Serokwezîrê Tirk Ahmet Davûtoglû yê hatiye Fînlandiyayê, ji aliyê Kurdên li vir dijîn ve hat şermezarkirin.
Kurd li ber otela ku Davûtoglû wê bi Serokwezîr, Serokkomar û wezîrên Fînlandiyayê re hevdîtinan bike, li hev civiyan.
PARÊZVANÊN DAVÛTOGLÛ XWESTIN ÊRÎŞ BIKIN
Girseya gel komkujiyên AKP li Bakurê Kurdistanê dike protesto kir û wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hilgirtin. Girseya gel dirûşmên "Kujer Erdogan", "Kujer AKP", "Bijî Serok Apo", "Kurdistan wê ji faşîzmê re bibe goristan" qîriya. Parêzvanên Davûtoglû gef li çalakgeran xwarin. Parêzvanên hewl dan bi awayekî fîzîkî êrîşî çalakgeran bikin. Li ser vê yekê polîsê Fînlandiyayê ketin navberê û bi parêzvanan re nîqaş kirin.
Serokwezîrê Tirk ji ber çalakiya Kurdan, demekê ji otelê derneket.