Kurdên li Adigeyê: Berxwedan faşîzmê têk dibe
Kurdên li Komara Adigeyê ya Rûsyayê, daxuyaniyek dan çapemeniyê û piştgirî dan berxwedana grevên birçîbûnê ya li dijî tecrîdê.
Kurdên li Komara Adigeyê ya Rûsyayê, daxuyaniyek dan çapemeniyê û piştgirî dan berxwedana grevên birçîbûnê ya li dijî tecrîdê.
Li Komara Adigeyê ya Federasyona Rûsyayê, Meclîsa Komeleya Çanda Kurd a Adigeyê bi daxuyaniyekê piştgirî da berxwedana grevên birçîbûnê.
Endamê Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê yê li Rûsyayê Feyzo Huseyîn li avahiya Komeleya Çanda Kurd daxuyanî da û diyar kir, rojiya mirinê ya li zindanan nîşan dide ku Kurd di vê berxwedanê de çiqasî bi biryar in û heta dawî li tecrîdê bê anîn wê berxwedan mezin bibe.
Huseyîn destnîşan kir, berxwedana ku mezin dibe wê faşîzmê têk bibe û got, "Rojiya mirinê ya ku 15 girtiyên ji doza PKK û PAJK'ê li zindanan dest pê kirin, nîşan dide ku tecrîd çiqasî metirsîdar e û berxwedan çiqasî watedar e. Lewma em Kurdên li derveyî welat dibêjin; em bi vê berxwedana mafdar re ne."