Kurdên ji Salzgîtterê hatin Nobeta Azadiyê wergirtin

Koma ji Salzgîtterê hat, çalakiya Nobeta Azadî ji Ocalan re wergirtin ya li pêşiya Konseya Ewropayê ya li bajarê Strasboûrga Fransayê ye.

Ji 25’ê Hezîrana 2012’an û vir ve li pêşiya Konseya Ewropayê çalakiya Azadî ji Ocalan re tê lidarxistin. Ev nobet her hefte ji aliyê komekê ve tê wergirtin.

Hefteya borî ji bajarê Strasboûrgê sê ciwanên Kurd hatibûn û ev nobet wergirtibûn. Vê hefteyê jî Kurdên ji bajarê Sallgîtterê yê Elmanyayê wergirtin. Di koma vê hefteyê de Alî Bîlîncî, Cûmar Acar, Suleyman Ozkalkan û Şêxmûs Guner cih digirin.

Çalakgeran diyar kirin ku wê polîtîkaya tecrîdê ya li ser Ocalan neyê qebûlkirin. Çalakgeran bal kişandin ser vî tiştî ku wê gelê Kurd tehamul neke ku hevdîtina bi parêzeran re jî were astengkirin.

Çalakgeran bang li gelê Kurd ê li Ewropayê kirin û xwestin bila tevlî çalakiyên ji bo azadiya Ocalan bibin.

Vê çalakiya Kurdan a herî demdirêj e, kete hefteya 378’emîn.