Kurdên hatin îdamkirin dê li Fînlandiyayê bê bibîranîn

Kurdên hatin îdamkirin dê li Fînlandiyayê bê bibîranîn

Girtiyên Kurd ên siyasî Şîrîn Elem Hulî, Ferzad Kemanger, Ferhad Wekîlî û Elî Heyderiyan ên ku ji aliyê rejîma Îranê ve hatibûn îdamkirin, dê roja 11’ê gulanê li Fînlandiyayê bi mitîngekê bên bibîranîn.

Girtiyên Kurd ên siyasî Şîrîn Elem Hulî, Ferzad Kemanger, Ferhad Wekîlî û Elî Heyderiyan ên u gulana 2010’ê ji aliyê rejîma Îranê ve hatibûn îdamkirin dê li paytexta Fînlandiya Helsinkiyê bên bibîranîn. Mitînga bîranînê ji aliyê Komîteya Partiya Jiyana Azad a Kurdistanê (PJAK) a Fînlandiyayê vet ê organîzekrin.

Komîteya Amadekar a mitîngê ji bo mitînga ku dê 11’ê gulanê bê lidarxistin bang tevlîbûnê kir. Komîteyê bal kişand ser pêvajoya dîrokî ya ku gelê Kurd têde ye û xwest her kes beşdarî mitîngê bibe.

 Komîteyê derbarê navnîşan û dîroka mitîngê de ev agahî da:

Dem: şemî, 11.05.2013,

Demjimêr: 13:00-

Cîh: Stockmann a li navenda Helsinkî

Aleksanterinkatu (kolmen sepän patsaan edessä)