Kurdan û Kanadiyayan Newroz pîroz kirin

Li bajarê Montreal ê Kanadayê Kurdistaniyên ji çar parçeyan bi çoş Newroz pîroz kirin.

Li bajarê Montreal ê Kanadayê Kurdistaniyên ji çar parçeyan bi çoş Newroz pîroz kirin. Newroz ji hêla Meclîsa Gel a Demokratîk a Montrealê ve hate organîzekirin, Kanadayî jî di Newrozê de amade bûn. Şaredarê Laval Marc Demerse, Wekîlê Partiya Quebecoîs Dîana Lamerra, Endamê Partiya Lîberal Vîken Darkdjîan, Yek ji damezirînerê Delegasyona Aştiyê ya Navnetewî û Enstîtiya Ekolojiyê ya Sosyal Dîmîtrî Roussıpoulos û şervanên Kanadayî yên YPG’ê jî hazir bûn.

Di çalakiyê de hate gotin divê piştgiriya li Kurdan were mezinkirin û êrîşên dewleta Tirk ên qirker ên bi ser Kurdan de hatin şermezarkirin.

Dîmîtrî Rousopoulos ku beriya bi demekê çûbû Tirkiyê got, ew hay ji dîktatoriya AKP’ê hene û ev ê bi têkoşîna Kurdan were tinekirin.

Endamê KNK’ê Şivan Zerdeştî geşedanên dawî nirxand.

Hemê Hecî bi stranên xwe tevlê Newrozê bû. Li dikê alayên YGP-YPJ’ê hatin daliqandin.

Pirtûkên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ên ku  li standê hatibûn danîn rastî eleqeyeke mezin a Kanadayiyan hat.