Kurd wê îro li ber Eûtelsatê bin

Kurdistanî wê îro li ber avahiya Eûtelsatê ku biryara girtina televîzyonên Kurd daye, xwepêşandaneke protestoyî lidar bixin.

Kurdistanî wê îro li ber avahiya şîrketa Eûtelsatê, ku dixwaze weşana qenalên Stêrk TV, Ronahî TV û News Channelê bibire, daxuyaniyekê bidin çapemeniyê û xwepêşandaneke protestoyî lidar bixin. Nûnerên saziyên Kurdan bang li her kesî kirin, ku tevlî vê xwepêşandanê bibin.

Xwepêşandan wê îro saet di 13:00 de li ber avahiya Eûtelsatê ya li navnîşana 70 rue Balard  75015 Paris dest pê bike û tê payîn gelek rojnamevan, nivîskar, rewşenbîr, siyasetmedar û nûnerên saziyên Fransayê tevlî bibin. Çalakger wê dosya û belgeyên li ser naveroka weşana van qenalên televîzyonê pêşkêşî rayedaran bikin.

'EM Ê TÊKOŞÎNA XWE YA MAFDAR BIDOMÎNIN'

Hevserokê Civaka Demokratîk a Kurdistaniyên li Fransayê (CDK-F) Vedat Bîngol diyar kir, Eûtelsatê biryara xwe ya li ser televîzyonên Kurdan di encama têkiliyên qirêj de girtiye û ji ber vê yekê ne rewa ye. Bîngol anî ziman, polîtîkaya înkarê ya dewleta Tirk di roja îro de bi tifaqa AKP-MHP'ê dewam dike û got, "Daxwaza girtina televîzyonên Kurdan nîşan dide ku Eûtelsat jî di nava vê tifaqa qirêj de ye. Televîzyonên Kurd desteka Erdogan a ji bo DAIŞ'ê kişf dikir, eşkere dikir. Li dijî vê eniyê têdikoşiyan. Ev biryar tê wateya alîkariya ji bo vê tifaqa paşverû. Em ji Fransa û Eûtelsatê dixwazin ku tavilê vê biryara xwe vekişînin û li cem gelê Kurd ê li dijî barbarên DAIŞ'ê têdikoşe, cih bigirin."

Bîngol bibîr xist, Kurdên li Ewropayê ev hefteyeke bi vê armancê çalakiyan lidar dixin û wiha dewam kir: "Em ê îro bi rengekî girseyî daxuyaniyekê bidin çapemeniyê û xwepêşandaneke mezin lidar bixin. Wê nûnerên çapemenî û saziyên biyanî jî beşdarî xwepêşandanê bibin. Lewma em bang li gelê xwe yê li Parîsê û derdora wê dijîn dikin, ku bi xurtî tevlî çalakiyê bibin. Her wiha ji îro û pê ve em ê li ber avahiya Eûtelsatê kon vedin û heta sê rojan li ber avahiyê çalakiyê lidar bixin. Ev çalakiyên me wê li gelek bajarên Fransayê dewam bikin. Li dijî vê biryarê em ê têkoşîna xwe ya mafdar heta dawiyê bidomînin."

'PÊWÎSTE GELÊ ME BI XURTÎ TEVLÎ XWEPÊŞANDANÊ BIBE'

Hevserokê Kongreya Civaka Demokratîk a Kurdistaniyên li Ewropayê (KCDK-E) Yuksel Koç bibîr xist, qenalên Stêrk TV, Ronahî TV û News Channel dengê gelên Tirkiye û Rojhilata Navîn e û got, "Ji ber vê yekê dixwazin van qenalan bigirin. AKP û Erdogan dixwazin dengê gelan bibirin û hemû mirovan bikin yek tîp. Bi rêya têkiliyên qirêj ên li Ewropayê çêkiriye, xizmetê ji vê sîstemê re dike. Ya ku şîrketa Eûtelsatê dike, ev e. Rabûna li ber vê yekê wezîfeya her Kurdî, demokrat, çepgir û mirovê ji xwe re dibêje 'ez mirov im' e." Koç ji bo xwepêşandana îro bang li her kesî kir, ku tevlî bibin.

'DIVÊ GELÊ ME NERAZÎBÛNA XWE NÎŞAN BIDE'

Ji bernamevanên Stêrk TV Gulîstan Îke jî anî ziman, biryara şîrketa Eûtelsastê biryareke siyasî û neheq e. Gulîstan Îke diyar kir, ji aliyê demokratîk û hiqûqî ve têkoşîna wan a li dijî van êrîşan dewam dike û got, "Em bang li Kurdan, hemû alîgirên demokrasî û azadiyê dikin, ku beşdarî xwepêşandana li Parîsê bibin û li dijî vê biryara neheq dengê xwe bilind bikin. Em çiqasî dengê xwe bilind bikin, em ê ewqasî pêşî li biryarên şaş ên bi vî rengî bigirin. Lewma divê gelê me li her derê bi rengekî demokratîk nerazîbûna xwe nîşan bide."