Kurd li Helebê dibin hedefa êrîşan

Kurd li Helebê dibin hedefa êrîşan

Li Helebê hêzên rêjîma Bass operesyon li dijî gundê Til Hasil ku şêniyên wê kurd in pêk anîn û di encama operosyonê de di nava hêzên rêjîmê û artêşa azad de pevçûn rû dan. Ziyan gihişte malên gundiyan û hinek kes birîndar bûn.

 Duh di saetên nîvro de 2 tankên rejîma Sûriyeyê û gelek leşkerên ku li rojavayî herêma Til Eran bi cî bibûn berê xwe da herêma nêzî gundê Til Hasil a ku şêniyên wê kurd in, di nava wan û Artêşa Azad de pevçûnên dijwar rû dan. Di encama pevçûnan de hinek welatî birîndar bûn û ziyaneke mezin gihişte malên gundiyan. Her wiha di dema pevçûnan de herêma kargehên parastinê de topbaran hebû û balafirên şer ên rêjîma Bass li ser herêmê firiyan.

Ji aliyeke din Yekîneyên Parastina Gel (YPG) welatiyên sivîl yên li rojavayê gund derxistin û hewl dan ku welatiyên sivîl biparêzin û dûrî cihên pevçûnan bikin. Her wiha şo Til Eran de hîna jî heye û çekdarên Cebhet Elnesra Tabûra Ehrar Suryê li beşê rojav ji bajêr bi piranî belav dibin, pevçûn di navbera çekdaran de û artêşa Sûriyeyê de rû didin. Di encama pevçûn û topbaranê de gelek ziyan gihişte malê welatiyan û li gorî welatiyên herêmê de ziyana ku gihiştiye bajêr dighêje 50 milyon lîreyê Sûriyeyê ne.

Gundê Til Hasilê ya Girêdayî bajarê Til Eran a 30 kîlometrî başûr rojhilatî Helebê. Nêzî 30 hezar kes lê jiyan dikin, piraniya şêniyên wê kurd in û li derdora herêmê jî ereb dijîn.