Kurd li Dûsseldorfê li hemberî Eûtelsatê meşiyan
Kurdên li Eyaleta NRW’yê ya Elmanyayê li hemberî biryara Eûtelsatê ya ku dixwaze televîzyonên Kurd bigire, meşeke protestokirinê lidarxistin.
Kurdên li Eyaleta NRW’yê ya Elmanyayê li hemberî biryara Eûtelsatê ya ku dixwaze televîzyonên Kurd bigire, meşeke protestokirinê lidarxistin.
Bi armanca xwedîlêderkerina televîzyonên Kurd Stêrk Tv, Ronahî Tv, News Channel Tv ên ku Eûtelsat dixwaze wan bigire li bajarê Dûsseldorfê yê Elmanyayê meşeke girseyî hat lidarxistin. Kurd û dostên beşdarî meşê bûn a ku bi pêşengiya Navenda Civakî ya Kurd a Demokratîk a Elmanyayê (NAV-DEM) hat lidarxistin.
Bi hezaran kesên ku rahiştibûn pankartên ku li ser wan logoyên Stêrk Tv, Ronahî Tv û News Channelê li dijî Erdogan û Eûtelsatê slogan berz kirin û li hemberî girtina televîzyonên Kurd nerazîbûna xwe nîşan dan. Çalakvanên meşê di nava bajêr de 2 kîlometreyan meşiyan û bi mîtînga li ber Parlementoya Eyaleta NRW’ê çalakiya xwe bi dawî kirin.
‘HETA KU EV BIRYAR BETAL BIBE WÊ ÇALAKIYÊN ME BIDOMIN’
Di meşê de Serokê KCDK-E’yê Yuksel Koç diyar kir ku polîtîkayên AKP û Erdogan ên înkarê didome û got: “Kurd û dostên wan heta ku ev biryar betal bibe wê çalakiya xwe bidomînin. Ev biryar ne bi tenê li hemberî gelê Kurd, li hemberî hemû gelên Rojhilata Navîn e. Piştî êrîşên li ser Rojava û Şengalê dixwazin dengê Kurdan bibirin.”
EWRÛPA DÎSA BÊDENG E
Nivîskar Ragip Zarakolû di axaftina xwe de welatên Ewropayê rexne kir. Zarakolû got: “Ji qirkina li Tirkiyeyê, tenê Dewleta Tirk ne berpirsyar e. Pergala Ewropayê ya ku bêdeng e jî berpirsyar e. Dixwazin kanalên Kurdan bigirin. Di dema Abdûlhamît de ji bo girtina rojnameyên mûxalîf ên li Ewrûpayê pere didan Ewrûpayê. Niha jî ji bo girtina televîzyonê pereyan didin Fransayê.”
DIVÊ EÛTELSAT DEV JI VÊ BIRYARA XWE BERDE
Seroka NAV-DEM’ê Fatoş Goksûngûr jî diyar kir daxwaza girtina televîzyonan xizmetê ji Erdogan û AKP’ê dike û bang kir ku divê Eûtelsat dev ji vê biryara xwe berde.
Çalakî bi sloganên “Azadî ji çapemeniya Kurdan re” û “Êdî bes e ji dîktatoriya Erdogan re” bi dawî bû.