Kurd jî bo 'perwerdehiya zimanê zikmakî' meşiyan

Kurd jî bo 'perwerdehiya zimanê zikmakî' meşiyan

Gelê kurd bi daxwaza perwerdehiya zimanê zikmakî li gelek navendan ber bi midûriyetên perwerdehiya neteweyî ve me

AMED

Li navçeya Bismilê ya Amedê xwendekaran bi armanca astengiyên li pêşiya zimanê zikmakî bên rakirin dibistan boykot kirin. Welatiyên li ber avahiya Rêxistina DBP'ê ya Bismîlê hatin cem hev dû nav de Hevşaredarên Bismilê Cemîle Emînoglu û Resul Sari, rêveberên DBP'ê, Egîtîm Senê, KURDÎ-DER'ê û sedan xwendekar jî heyî ber bi Midûriyeta Perwerdehiya Neteweyî ve meşiyan. Di meşê de dowîzên "Bê ziman jîyan nabe", "Em perwerdehiya bi zimanê xwe dixwazin", "Zimanê me rûmeta me ye" û "Zimanê me hebûna me ye" hatin hilgirtin û slogana "Bê ziman jiyan nabe" hate berzkirin. Piştî meşê li ber Midûriyeta Perwerdehiya Neteweyî daxuyanî hate dayîn. Rêveberê KURDÎ-DER'ê Şehmus Avci daxuyanî xwend û balkişand ser girîngiya zimanê zikmakî.

Li navçeya Lîcê ya Amedê jî bi heman armancê dibistan hatin boykotkirin û malbatan jî piştgirî dan boykotê. Li navçeya Çinarê jî ji bo dibistan bên boykotkirin bang hate kirin. Li ser navê saziyan Alîkarê Serokê Şaxa KURDÎ-DER'ê ya Çinarê Faysal Uzun li ber Dibistana Seretayî ya Mehmet Akîf Ersoy daxuyanî da. Uzun, diyar kir ku ziman yekîtiya neteweyî ye.

Li navçeya Erxaniyê ya Amedê jî bi heman armancê dibistan hatin boykotkirin û daxuyanî hat dayîn. Welatiyên li ber nûnertiya KURDÎ-DER'a Erxaniyê hatin cem hev pankrata "Rêbertiya azad, Kurdistana azad û zimanê azad" vekirin û ber bi avahiya hikûmetê ve meşiyan. Piştî meşê Hevserokê Şaxa KURDÎ-DER'ê Mehmet Taşkesen daxuyanî da û wiha got: "Zimanê me û nasnameya me jiyana me ye. Şertê netewbûna me ye. Tu netewe bêyî ziman nikarin bijîn."

Li navçeya Karazê ya Amedê jî bi heman armancê meş hate lidarxistin. Di meşê de pankrata "Dar bi av şîn dibe, mirov bi ziman jîn dibe" hate vekirin û slogan hatin berzkirin. Di daxuyaniya hat dayîn de hate xwestin ku astengiyên li pêşiya zimanê zikmakî bên rakirin.

Dayîkên Aştiyê yên Amedê jî bi heman armancê li avahiya saziyê daxuyanî dan çapemeniyê.

SÊRT

Li Sêrtê jî bi heman armancê gelek dibistan ji ber xwendekar tevlî boykotê bûn perwerdehî nehate dayîn. Li bajar li gelek taxan dibistan vala man.

MÊRDÎN

Li Mêrdînê jî bi heman armancê KESK'ê û Şaxa KURDÎ-DER'ê meş li dar xist. Wekîlê Hevşaredarên Mêrdînê Hafîze Aymelek, Hevşaredara Artukluyê Leyla Sevînç Bozan û gelek kesên din tevlî meşê mûn. Di meşê de ligel pankarta "Perwerdeya bi zimanê zikmakî mafe nayê astengkirin" gelek dowîzên têkildarî mijarê de hatin hilgirtin. Piştî meşê Xebatkarê KURDÎ-DER'ê Husnu Acay daxuyanî da û balkişand ser zextên li ser zimanê kurd. Piştî daxuyaniyê çalakiya rûniştinê pêk hat.

LI QOSERÊ MEŞ Û LI STEWRÊ DAXWAZA PERWERDEYA KURDÎ

Li Qoserê gelek kes tevlî çalakiya boykotê bûn. Girseya ku li ber Kolana Ugur Kaymaz hatin cem hev û bi berzkirina dirûşma "Bê ziman jiyan nabe" heta ber miduriyeta perwerdehiya millî meşiyan. Di çalakiyê de banga tevlîbûna boykotê li her kesî hat kirin. Li Stewrê û gundên wê xwendekar neçûn dibistanê û dibistan boykot kirin.

LI ŞEMREXÊ DAXWAZNAMEYÊN PERWERDEYA KURDÎ HATIN DAYÎN

Li Şemrexê jî xwendekar dibistan boykot kirin û bi pêşengiya DBP'ê çalakî li dar xistin. Girseya ku xwest ji bo perwerdehiya kurdî daxwaznemeyan bidin miduriyeta perwerdehiyê ji hêla polîsan ve hatin astengkirin. Piştî hevdîtinê polîsan benda li pêşiya girseyê rakir. Piştî daxuyaniyê 50 daxwaznameyên ku têde daxwaza perwerdehiyê hebûn pêşkêşî miduriyeta perwerdehiyê kirin.

MÛŞ

Li Kop, Melezgirt û Gimgimê yên Mûşê bi daxwaza dayîna perwerdehiya kurdî çalakî hatin lidarxistin. Di çalakiyan de abng li dewletê hat kirin ku dawî li polîtîkayên pişaftinê bîne û astengiyên pêşiya zimanê kurdî jî rake. Her wiha bang li her kesî hat kirin ku hefteyekê dibistanan boykotr bikin.

COLEMÊRGÊ

Li ser bangewaziya KURDÎ-DER'a Colemêrgê bi daxwaza perwerdehiya kurdî bê dayîn çalakî hat lidarxistin. Li ser navê girseyê Hevserokê Şaxa KURDÎ-DER'a Colemêrgê Metîn Kaçmaz axivî. Kaçnaz bang li gel kir ku hefteyekê zarokên zxwe neşînin dibistanên tirkî û xwest ku her kes xwedî li zimanê zikmakî derkevin. Piştî daxuyaniyê endamên KURDÎ-DER'ê qeydên serdema nû girtin û xwendekarên zanîngehê jî dibistan boykot kirin.

WAN

Li Erdîşa Wanê ji bo astengiya li pêşiya zimanê kurdî were rakirin û xwendekar hefteyekê dibistanan boykot bikin çalakî li dar xistin. Di çalakiyê de bênavber dirûşmên "Bijî zimanê dayikê", "Bijî zimanê zikmakî", "Bijî zimanê kurdî", "Bê ziman jiyan nabe" berz kirin.

AGIRÎ

Li navçeya Bazîdê ya Agiriyê di çarçoveya boykota dibistanen de ji avahiya PHD’ê heta Midûriyeta Perwerdehiyê ya Navçeyê meş hate lidarxistin. Mêş bi pêyengiya KURDÎ-DER’ê ve hate lidarxistin û nûnerên saziyên sivîl ên civakî, hevşaredar û gelek welatî beşdar bûn. Li ser navê girseyê piştî meşê rêveberê KURDÎ-DER’ê Recep Altindag axivî û bal kişand girîngiya zimanê dayikê ya di jiyana mirovan de. Altindag bana tevlibûna boykota dibistanan a hefteyekî kir û ji malbatan xwest zarokên xwe hefteyeke neşînin dibistanan.

DÊRSIM

Platforma Şaxên KESK’ê yê Dêrsimê bi dirûşma “Em perwerdeya zimanê dayikê dixwazin” têkîldarî boykota dibistanan a ji bo hefteyeke li Kolana Hunerê daxuyanî dan çapemeniyê. Hevşaredarê Dêrsimê Mehmet Alî Bul, nûnerên reêxsitinên sivîl ên civakî û gelek welatî beşdarî daxuyaniyê bûn. Di çalakiyê de pankart û dowîzên “Bila dersên olî yên mecbûrî bên rakirin”, “Zimanê me rûmeta me ye”, “Her ziman û her çand di rengên xwe de xweşik e” hatin vekirin. Dirûşmên “Bê ziman jiyan nabe, “Zimanê dayikê maf e” hatin berzkirin. Li ser navê girseyê Serokê Egîtîm Sena Dêrsimê Hasan Olgun axivî û got ku dersên ol ên mecbûrî encama feraseta faşîzma 12’ê Îlonê ye û got divê êdî dev jî vê yekê bê berdan. Olgun anî ziman ku qedexeya perwerdeya zimanê dayikê şermek e. Olgun destnîşan kir ku têkoşîna kurdan a ji bo perwerdeya zimanê dayikê ya ku kurdan bi bedelên mezin dane ji aliyê hemû cihanê ve tê teqdîrkirin.

ENQERE

Lijneya Rêveberiya Navendî ya HDP’ê ji bo balê bikêşe li sir pirsgirêkên serdema perwerdehiya nû daxuyaniyeke nivîskî weşand. Di daxuyaniyê de hate gotin ku sîstema heyî ya perwerdehiyê ji ber ferasete yekperest di dil, mejî û serê zarokan de birînan vedike. Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin dibistan wekî navendên asîmîlasyonê ya mezhebî û etnîkî rol dilîzin. Di daxuyaniyê de ligel rexneyên ji bo sîstema perwerdehiyê ev pêşniyar hatin kirin: “Ji bo ku gelên me û welatê me ji welatê ku zarok bi birîna ziman mezin bidin rizgar bikin, em bi hevre daxwaza perwerdehiya zimanê dayikê ya kurdan û gelên ku dixwazin bi zimanê dayikê perwerde bibin , daxwaza wan a edalet û wekheviyê biparêzin; hemû herêm li gor3i pêdiviyên xwe, ji bo ku xwedî li pirsgirêkên ku di qada perwerdehiyê de tê jiyîn derkevin em bi hevre meclîsên perwerdehiyê yên demokratîk a gelan ava bikin; em bihevre ji bo sîstema perwerdehiyê ya wekhev, azad, azadiya zayendî diparêze, perwerdeya zimanê dayikê esas digire têbikoşin; ji bo ku dibistan bibin ‘dibistanên gelan ên demokratîk’ hemû xebatên zanistî û siyasî em bihevre bixebitin; em bi hevre li dijî îxtirada AKP’ê ku bi pêşeroja zarokên me ve dilizî, li dijî pêkanînên ‘yek ziman’ ‘yek mezheb’ têbikoşin.”

SEMSÛR

Şaxa KURDÎ-DER’ê ya Semsûrê bi sedan welatiyên ku di nav de endamên HDP, ÎHD, SES, BES, SEDO-DER, AKAY-DER, PSAKD, YAKAYDER, Egîtîm Senê jî hene bi pankarta "Zimanê me nasname ya me ye, Perwerdeya bi Kurdî", "Perwerdeya zimanê zikmakî mafekî gerdunî ye" meşiyan. Kom heta Parka Demokrasiyê meşiya. Serokê KURDÎ-DER’ê ya Semsûrê Şerîf Yilmaz li vir axivî û bal kişand li ser boykota dibistanan a ku zarokên kurd bibîryarî tevli dibin. Piştî daxuyaniyê 5 deqîqe çalakiya rûnixtinê hate lidarxistin.

STENBOL

Meclîsa Ciwanan HDK’ê ji bo boykota dibistanan li 3 navendên Stenbolê berbi Midûriyetên Perwerdehiyan meşiyan. Li Beyogluyê kesên ku li ber avahiya PHD’ê kom bûn bi pankarta “Bê ziman jiyan nabe” vekirin û heta Midûriyeta Perwerdehiyê meşiyan. Li vir daxuyanî hate dayîn. Di daxuyaniyê de li ser pêkanînên li ser ziman hate rawestandin. Bang li hikumeta AKP’ê hate kirin ku dev ji polîtîkayên înkarê yên li ser kurdî berde.

Li aliyê di meclîsên HDK’ê yên Esenyurt û Sarigaziyê jî di çarçoveya boykota dibistanan de meş hatin lidarxistin û daxwaza perwerdeya zimanê dayikê hate kirin