Kurd îro daketin kolanan: Zimanê me rûmeta me ye
Kurd îro daketin kolanan: Zimanê me rûmeta me ye
Kurd îro daketin kolanan: Zimanê me rûmeta me ye
KURDÎ-DER û Egîtîm Sen'ê bi minasebeta 21'ê Sibatê Roja Zimanê Zikmakî yê Navneteweyî li Enqere, Edene, Wan, Ebex, Elbak, Erdîş, Colemêrg, Gever, Şemzînan, Amed, Farqîn, Erxanî, Bîsmîl, Mêrdîn, Qoser, Dêrîk, Nisêbîn, Cizîr, Sîlopş, Riha, Êlih, Îzmîr, Mûş, Milazgir, Tetwan û gelek bajar û navçeyên din meş û daxuyanî pêk hatin. Di daxuyaniyan de hate xwestin ku ji dibistana seretayî heta zanîngehê zimanê kurdî bibe zimanê perwerdehiyê û di makezagonê de bê parastin. Bi deh hezaran kesan got "Zimanê me hebûna me û rûmeta me ye" Di daxuyanên li Amed û derdorên wê jî banga tevlîbûna meşa dê li Amedê pêk bê hate kirin.
AMED
Di pêşengiya Navenda KURDÎ-DER û Egîtîm Sen'ê ya Amedê de bi minasebeta 21'ê Sibatê Roja Zimanê Zikmakî ya Navnetneweyî li pêş Mêvanxaneya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê daxuyanî hat dayîn.
Di daxuyaniyê de endam û rêveberên BDP, KCD, HDK, KESK, saziyên sivîl ên civakî jî di navde bi sedan kes amade bûn. Di çalakiyê de bi zaravayê kurmancî û kirdkî "Roja zimanê zikmakî ya cîhanê pîroz be. Roja zıwanê daye ya cîhanî pîroze bo" vekirin. Komê bê navber siloganên "Bê ziman jiyan na be" û "Ziman jiyan azadî" berz kirin. Komê dîsa dowîzên "Bi kurdî binivîse", "Bi kurdî nasname yo", "Bi kurdî bifikire" û "Ziman hebûn e" vekir û berdilkên heman nivîs li ser hatibûn nivîsandin li xwe kirin. Li ser navê komê Serokê Şaxa Egîtîm Senê Kasim Bîrtek, diyar kir ku ew berî her tiştî ji ber ku Dayika Berfo jiyana xwe ji dest dane pir xemgîn in. Bîrtek, diyar kir ku ji bo kurd bi zimanê xwe ne axivin dewlet her tim şerekî dimeşîne û lazim e ji dewletê bêtir kurd jî ji bo paratina zimanê xwe têkoşînê bidin.
Parlamenterê BDP'ê yê Bedlisê Husamettin Zenderlîoglu, jî anî ziman ku îro roja zimanê hemû cîhanê ye û li hemû cîhanê pîroz kir û wiha got: "Tu netew nikarin bê ziman bijîn. 70-80 salin zimanê kurdî tê qedexekirin. Gelê kurd îro bi xêra hezaran bedelan gihişt îro. "
Li navçeya Farqînê Nûnertiya Egîtîm Sen'ê li ber Qonaxa Hikûmete daxuyanî da û roja ziman pîroz kir. Li navçeya Erxanî jî KURDÎ-DER'ê û Nûnertiya Egîtîmê bi komek mezin li ber Qonaxa Hikûmetê daxuyanî da û mafê zimanê zikmakî xwestin û roja ziman pîroz kirin. Li navçeya Bîsmîlê jî bi heman armancê Di pêşeniya BDP, KESK û xebatarên Şaredariyê de bi girseyî li ber Postexaneya Bismilê daxuyanî hat dayîn.
Li aliyê din di resepsiyona bi boneya 21 Sibat Roja Zimanê Dayikê de Şaredarê Bajarê Mezin ê Amedê Osman Baydemîr jî diyar kir ku ji bo zimanê Kurdî bi pêş bikeve divê xwedîtî li wêjeya Kurdî, şanoya Kurdî bête kirin û got ku divê di jiyana rojane de Kurdî li her derê bête bikaranîn.
MÊRDÎN
Li Mêrdînê jî Hevparên Platforma Şaxan a KESK'ê bi heman armancê li ber Parka Karayollari ya Yenîşehîrê bi girseyî daxuyanî da çapemenyê. Odeya Tabîban a Mêrdîn û nûnerên saziyên sivîl ên civakî jî piştgirî da. Serokê Şaxa Egîtîm Sen'ê ya Mêrdînê Mehmet Can Yildiz daxuyanî da û roja ziman li hemû cîhanê pîroz kir û xwest zextên li ser hemû zimanan bi dnawî bibin.
Di hemû daxuyaniyan de zextên li ser ziman hatin şermezarkirin û hat xwestin ku êdî kurdî bibe zimanê fermî û zimanê perwerdehiyê. Dîsa di hemû daxuyaniyan de banga tev li mîtînga roja Şemiyê li Qada Îstasyonê ya Amedê pêk bê bibin hat kirin.
ENQERE
Navenda Giştî ya Egîtîm Sen'ê têkildarî 21'ê Sibatê Roja Zimanê Zikmakî yê Naventeweyî civîna çapemeniyê li dar xist. Serokê Giştî yê Egîtîm Sen'ê Unsal Yildiz, endamên MYK'ê yên Egîtîm Sen'ê MYK Abdullah Karahan, Betul Korkut, Tugrul Culfa tevlî civînê bûn. Serokê Giştî yê Egîtîm Sen'ê Unsal Yildiz axivî û operasyona di 19'ê sibatê de li hemberî KESK'ê pêk hat bibîrxist. Yildiz, bal kişand ser êrîşa li hemberî heyeta HDK'ê ya di gera Deryaya Reş de li Sînopê pêk h at û wiha got: "Kesên li Deryaya Reş hewildan ku wekîlên me lînç bikin li vî welatî kesên demokrasî û aştiyên naxwazin in." Yildiz, bal kişand ser girîngiya 21'ê Sibatê Roja Zimanê Zikmakî ya Navneteweyî û anî ziman ku ji bo perwerdehiya zimanê zikmakî divê daxwazekî civakî ya bi hêz pêk bê û hikûmeta AKP'ê bi dersên hilbijêr ên kurdî civakê mijûl dike. Yildiz, da zanîn ku ev helwest nayê qebûlkirin û divê zarok bi zimanê dayîka xwe perwerdehiyê bibin.
EDENE
HDK, ÎHD û Şaxa KURDÎ-DER'ê ya Edene bi heman minasebetê li Parqa Înonuyê daxuya da çapemeniyê. BDP, EMEP, KESK, DÎSK û gelek kesên din tevlî daxuyaniyê bûn. Di daxuyaniyê de pankrat "Bila astengiyên li pêşiya bikaranîna ziman bên rakirin û ji qedexeya ziman re na" hate vekirin û dowîzên "Jiyan bi kurdî xweş e", "Ziman hebûna me ye hun nikarin me tune bikin", "Em perwerdeya bi kurdî dixwazin" û "Bê ziman jiyan nabe" hatin hilgirtin û sloganên "Zimanê me rûmeta meye" û "Bê ziman jiyan nabe" hatin berzkirin. Daxuyanî bi kurdî, tirkî, erebî, lazî û zaravayê kurmanckî yê kurdî hate xwendin. Di daxuyaniyan de hate diyarkirin ku li gorî Atlas Zimanên Cîhanê ya ji aliyê UNESCO'yê ve hate weşandin li 6 hezar zimanên li cîhanê tên bikaranîn ji wan nîvî li ber talukeya windabûnê ne.
EBEX
Li navçeya Ebexê ya Wanê jî bi heman minasebetê li ber avahiya Rêxistina BDP'ê ya Ebexê daxuyanî hate dayîn. Rêveberên BDP'ê, nûnerên rêxistinên sivîl û gelek kes tevlî daxuyaniyê bûn. Di daxuyaniyê de pankrata “Zimanê me azadiya me ye” hate vekirin û slogana “Bê ziman jiyan nabe” hate berzkirin. Serokê Rêxistina BDP'ê yê Ebexê Abbas Atsak bi kurdî daxuyanî xwend û diyar kir ku li ser zimanê kurdî polîtîkayên asîmîlasyonê berdewam dikin û xwest ku hemû kes xwedî li zimanê kurdî derbikeve.
Piştî daxuyaniyê pirtûkên kurdî li ber avahiya BDP'ê bi standtekê hatin pêşandan.
ELBAK
Li navçeya Elbakê ya Wanê ji bi heman minasebetê bername pêk hat. Welatiyên di nav de Serokê Rêxistina BDP'ê yê Elbakê Senar Yeşîlirmak, Şaredarê Elbakê Hecer Sarihan, Serokê Şaxa KURDÎ-DER'ê Ertugrul, MEYA-DER û gelek kesên din li avahiya Şaxa KURDÎ-DER'ê hatin cem hev û ji esnafan re belavokên kurdî hatin belavkirin. Pişt re li navenda navçeyê bi awayekî sembolî dersa kurdî hate dayîn. Pişt re Serokê Şaxa KURDÎ-DER'ê yê Elbakê Korkmaz daxuyanî da çapemeniyê û bal kişand ser qedexeya ziman.
ERDÎŞ
Li navçeya Erdîşê ya Wanê jî bi heman armancê daxuyanî hate dayîn. Gelek welatiyên di nav de rêveberên saziyan jî heyî li ber Şaxa KURDÎ-DER'ê hatin cem hev û heta Parqa Zîlan meşiyan. Di meşê de wêneyên weke zimanzanên kurd ên Osman Sebrî, Musa Anter, Ahmedê Xanê hatin hilgirtin û pankrata bi kurdî, tirkî, çînî, erebî û îngîlîzî ya “Zimanê me rumeta me ye” hate vekirin. Piştî rêzgirtinê Serokê Şaxa KURDÎ-DER'ê Cevdet Zîlanli daxuyanî xwend û diyar kir ku li Tirkiyeyê hêj polîtîkayên înkar û tunekirinê li ser zimanêkurdî berdewam dikin.
GEVER
Şaxa KURDÎ-DER'ê ya Geverê jî bi heman armancê ji ber Otela Oslo heta Duryana Girtîgeha Kevin meşek li dar xist. Endamê Meclîsa BDP'ê Abdîn Enîş, Serokê Rêxistina BDP'ê yê Geverê Naîl Durmaz, Şaredarê Geverê Ercan Bora, Koordînatorê TZPKurdî yê Serhatê Besîm Baykal û bi hezaran welatî tevlî meşê bûn. Di meşê de tîpên W,X,Q û pankrata “Hindî ku ziman qedexe bin, çek ji hole ranabin" hate vekirin. Piştî meşê Rêveberê KURDÎ-DER'ê yê Geverê Denîz Bulbîn daxuyanî xwend û xwest ku zimanê kurdî di makezagonê de bê parastin û astengiyên li pêşiya ziman bên rakrin.
ÊLIH
Li Êlihê jî bi heman armancê daxuyanî hate dayîn. Daxuyaniya gelek kes tevlî bû li Parqa Ataturkê hate dayîn. Di daxuyaniyê de rêveber û endamên Şaxên KURDÎ-DER û Egîtîm Sen ên Êlihê, tevkarên Platforma Demokrasiyê ya Êlihê, Rêveberên BDP’ê yên bajêr û navçeya navendî, nûnerên saziyê jinan, xwendekar, dayik û bi sedan kes amade bû. Bavê Şerzan Kurt ê ku di sala 2010’an de li Muglayê ku di encama êrîşek nijadperest de jiyana xwe ji dest dabû Omer Kurt jî tevlî daxuyaniyê bû. Di daxuyaniyê “Zimanê me hebûna me ye” hate vekirin û sloganên “Bê ziman jiyan nabe” û “Zimanê me rûmeta me ye” hatin berzkirin. Daxuyanî bi kurdî û tirk hate dayîn. Mamosteya Şaxa KURDÎ-DER’ê Wîldan Ergul Tîlegî daxuyaniya bi kurdî xwend.
Ergul Tîlegî, destnîşan kir ku feraseta sedsala 19’emîn a netewperest û yekperest di cîhanê de bû sedema gelek aloziyên civakî. Tilegî, anî ziman ku bingeha vê ferasetê, ji aliye desthilatdar û mêtingeran ve di bin navê yekneteweyî, yekzimanî û yekçandî de înkarkirin, tunehesibandin û jiholêrakirina nasname, çand û zimanên gelan hatin rakirin.
Piştî Ergul Tîlegî, Serokê Şaxa Egîtîm Sen'ê yê Êlihê Bulent Hatun jî bi tirkî heman daxuyanî xwend. Piştî daxuyaniyê bang li welatiyan hate kirin ku roja 23 Sibatê tevlî mitînga li Amedê bibin.
WAN
Şaxa KURDÎ-DER û Şaxa Egîtîm Sen'ê ya Wanê bi heman armancê meşek li dar xistin. Welatiyên di nav de Parlemterê BDP'ê Nazmî Gur, rêveberên BDP'ê, Wekîlê Şaredarê Wanê Sabrî Abî, endamên Meclîsa BDP'ê, KESK, DÎSK, Genel-Îş, Dayîkên Aştiyê, TUYAD-DER, GOÇ-DER, MEYA-DER, EMEP û bi hezaran welatî li ber Parqa Musa Anter hatin cem hev û dest mi beşê kirin.Polîsan li ber parqê barîkta danî û welatî asteng kirin li ser vê yekê welatiyan rê li trafîkê girt. Di dema sekînên de welatina sloganên “Be ziman jiyan na be” û “Be serok jiyan nabe” berz kirin. Welatiyên parîkata polîsan rakirin heta Parqa Feqiyê Teyran dest bi meşê kirin. Di meşê de sloganên “Em şaredarê xwe dixwazin", "Em perwerdehiya zimanê zikmakî dixwazin, “Be ziman jiyan na be” ,“Zimane me rumeta me ye”, “Bi kurdi, biaxive bi xwine, bi nivisine” hatin berzkirin. Piştî meşê Berdevka KURDÎ-DER'ê Xece Îke daxuyanî xwend û diyar kir ku dem hevalên wan li Kolana Hunerê pirtûkên kurdî difirotin 2 hevalên wan ji aliyê polîsan ve hatin binçavkirin. Serokê Rêxistina BDP'ê yê Wanê Musa Îtah jî wiha got: "Zimanê neteweyekê nasnameye wî ye. Zimanê gelê kurd hêj qedexe ye." Parlementerê BDP'ê yê Wanê Nazmî Gur jî bal kişand ser hevdîtinên bi Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan re tên kirin.
COLEMÊRG
Li Colemêrgê jî bi heman armancê bi hezaran welatiyên li ber avahiya BDP'ê hatin cem hev heta ber Şaredariya Colemêrgê meşiyan. Welatiyên tevlî meşê bûn piranî kincên gelerî li xwe kiribûn. Di meşê de pankratên "Kurdinoyan bikurdî biaxivin, bixwînin û binivîsiînin an jî ne bejin em Kurdin”, “ 21’ê Sibatê Roja Zimanê Zikmakî yê Cîhanê bîroz be”, “Zimanê dayîkê bingeha jiyanê ye” û “ Perwerdehiya zimanê zikmakî bingeha gelen e" hatin vekirin. Piştî rêzgirtinê Hevseroka Şaxa KURDÎ- DER'ê Vasfi Ak daxuyanî xwend û diyar kir ku bi sedan salin dixwazin zimanê kurdî asîmîle bikin û ji holê rabikin.
Piştî daxuyaniyê li Parqa Feqiyê Teyran panela têkildarî heman mijarê de ya Mamostyê kurdî Alî Aslan û Şaredarê Colemêrgê Fadil Bedîrhanoglu tevlî bû pêk hat.
MILAZGÎR
Li navçeya Milazgirê jî bi heman armancê li Parqa Azadiyê daxuyanî hate dayîn. Endamên Egîtîm Sen'ê, rêveberên BDP'ê û gelek kesên din tevlî daxuyaniyê bûn. Di daxuyaniyê de dowîzên “Perwerdehiya zimanê zikmakî maf e" û “Her zimanek dewlemendiyek e" hatin hligirtin. Sekreterê Şaxa Egîtîm Sen'ê yê Milazgirê Cevdet Gul, daxuyanî xwend û diyar kir ku perwerdehiya zimanê zikmakî gelek girîng e.
MÛŞ
Platforma Şaxên KESK'ê ya Mûşê jî bi heman armancê li ber şaredariyê daxuyanî hate dayîn. Di daxuyaniyê de pênusên li ser nivîsa "ziman bé perwerdehiyé nabe” hatin belavkirin. Berdevkê Demê yê KESK'ê Necmî Erol, daxuyanî xwend û diyar kir ku ji bo ziman û çand bên jiyîn ji amûrên herî girîng di nav jiyanê de bikaranîna ziman e. Erol, xwest ku astengiyên li pêşiya zimanê zikmakî bên rakirin.
ŞEMZÎNAN
Li navçeya Şemzînan a Colemêrgê jî welatiyên li ber avahiya KURDÎ-DER'ê hatin cem hev meş li dar xistin û piştî meşê daxuyanî hate dayîn. Di meşê de pankartên “Zimanên xelkê wek cil û bergên mirov in”, “Li zimanê mirov wek çermê mirov e”, “Zimanên we, Rengên we. Ayetên Xwede ne" hatin vekirin. Piştî meşê Serokê Şaxa KURDÎ-DER'ê Hamza Arslan daxuyanî xwend û wiha got: “Li welatê me hêj ziman tên tenekirin. Zimanê kurdî bi avakirina komarê hate qedexe kirin."
TETWAN
Li navçeya Tetwanê ya Bedlîsê ji bi heman armancê li ber Navenda Kiryariyê ya Jiyanê ya Tetwanê daxuyanî da çapemeniyê. Şaredarê Tetwanê Abdullah Ok û rêveberên BDP'ê tevlî daxuyaniyê bûn. Di daxuyaniyê de pankrata “Zimane me rumeta me ye” hate vekirin. Li ser navê komê Rêberê KURDÎ-DER'ê Ahmet Onal, daxuyanî xwend û diyar kir ku divê zimanê kurdî bibe zimanê perwerdehiyê û zextên li ser kurdî bi dawî bibin.
QOSER
Li navçeya Qoserê ya Mêrdînê ji bi heman armancê bi hezaran welatî li Qada Azadiyê hatin cem hev.Rêveberên BDP'ê, Şaredarê Qoserê Ferhan Turk, Wekîlê Şaredarê Qoserê Haşîm Baday, KESK, DÎSK, KURDÎ-DER, MEYA-DER, MADAY-DER, HDK, Dayîkên Aştiyê Konserya Bajar û bi hezaran kesan bi pankratên "Em perwerdehiya bi zimanê kurdî dixwazin", "Mirov ziman, ziman mirov diafırîne", "Em dibistanên bi kurdi dixwazin" û "Bila zimanê kurdî bibe zimanê fermî" vekirin û meş li dar xistin û piştî meşê daxuyanî li dar xistin. Nûnerê KURDÎ-DER'ê Halîl Kuzu bi kurdî daxuyanî xwend û zimanê kurdî her tim hate qedexekirin û rastî polîtîkayên asîmîlasyonê hatin.
DÊRÎK
Li navçeya Dêrîkê ya Mêrdînê jî bi heman armancê li Qada Cumhuriyetê daxuyanî da çapemeniyê. Di daxuyaniya gelek nûnerên saziyan tevlî bû de li ser navê komê Nûnerê Egîtîm Sen'ê yê Dêrîkê Mahmut Oztemel, daxuyanî xwend û diyar kir ku gelê kurd jî gelên Rojhilata Navîn ên herî kevnar e û zimanê wê hêj qedexe ye û wiha got: "Lê bi berxwedana gelê kurd ev qedexe ji holê hatiye rakirin." Piştî daxuyaniyê slogana "Bê ziman jiyan nabe" hate berzkirin.
NISÊBÎN
Şaxa KURDÎ-DER'ê ya Nisêbînê jî bi heman armancê daxuyanî da çapemeniyê. Gelek kesên li ber Nûnertiya Egîtîm Sen'ê ya Nisêbînê hatin cem hev heta Parqa Aştiyê meşiyan. Di meşê de dowîzên "Qedexekirina ziman komkijiya gelan e!", "Dersa bijarte heqarete!" û "Pirzimanî ji bo mirovahiyê hêz e!" hatin hilgirtin. Di meşê de sloganên "Zimanê me rumeta me ye" û "Bi zimanê zikmakî perwerdehî" hatin berzkirin. Nûnerê Egîtîm Sen'ê yê Nisêbînê Abdullah Gokçe, daxuyanî xwend û diyar kir ku divê hemû kes bi zimanê xwe yê zikmakî biaxivi.
CIZÎR
Li navçeya Cizîrê ya Şirnexê ji bi heman armancê meş pêk hat. Bi sedan welatiyên li ber KURDÎ-DER'ê hatin cem hev bi erbaneyan heta Navenda Çand û Hunerê ya Mem û Zinê meşiyan. Di meşê de slogana "Bê ziman jiyan nabe" hatin berzkirin. Di meşê de gelek dowîz ên têkildarî mijdarê de jî hatin vekirin û slogan hatin berzkirin. Piştî meşê Endama KURDÎ-DER'ê Meryem Aşkara, daxuyanî xwend û diyar kir ku piştî avakirina komarê polîtîkayên înkar, tunekirin, asîmîlasyon û qirkirinê hatin destpêkirin. Piştî daxuyaniyê "Bê ziman jiyan nabe" hate berzkirin.
SÎLOPÎ
Şaxa KURDÎ-DER'ê ya Sîlopiyê jî bi heman armancê li ser avahiya xwe daxuyanî da çapemeniyê. Ligel rêveberên saziyan gelek kes tevlî daxuyaniyê bûn. Di daxuyaniyê de sloganên "Bê ziman jiyan nabe" û "Zimanê me rumeta me ye" hatin berzkirin. Di daxuyaniyê de pankratên "Ziman kulîlkên cihanê ne bi heviya rojeke hemû kulîlkên cihane aj bidin", "Ziman ji şîre dayike afiriye", "Azadî bi ziman", "Ziman bi azadiyê xweş e" û "Ziman derguşa çandê ye" hatin vekirin. Rêveberê KURDÎ-DER'ê Mehmet Findik, daxuyanî xwend û diyar kir ku zext û zordariyên li ser zimanê kurdî berdewam dikin. Serokê Rêxistina BDP'e yê Sîlopiyê Muhsun Kunur jî bal kişand ser êrîşa li dijî heyeta HDK'ê û bûyer şermezar kir.
RIHA
Li Rihayê bi heman armancê li ber Navenda Karegaha Ahmet Bahçivan daxuyanî hate dayîn. Di daxuyaniyê de pankarta "Ziman bê perwerdehiyê nabe" hate vekirin. Serokê Şaxa KURDÎ-DER'ê Osman Îzgor daxuyanî xwend û diyar kir ku li Tirkiyeyê polîtîkayên asîmîlasyon û qirkirinê yên li ser çand û ziman berdewam dikin.
ÎZMÎR
Li Îzmîrê jî bi heman armancê Şaxa KURDÎ-DER'ê li ber Konak Pîerê heta ber Sumerbankê meşek li dar xist. Rêveberên BDP'ê, Dayîkên Aştiyê û gelek kesên din tevlî meşê bûn. Di meşê de pankarta "Êdî bes e, em perwerdehiya bi zimanê xwe dixwazin" hate vekirin û dowîzên "Jiyan bi kurdî xweş e" û "Jin ziman azadî" hatin vekirin û heman slogan hatin berzkirin. Serokê Şaxa KURDÎ-DER'ê Mustafa Borak daxuyanî xwend û diyar kir ku zimanê zikmakî gelek bi qîmet e. Borak, anî ziman ku li hemberî zextên li ser zimanê kurdî bi salane têkşîn tê meşandin. Endamê KURDÎ-DER'ê Mutlu Can jî heman daxuyanî bi zaravayê Kurmanckî yê kurdî xwend.