Kurd dîsa li Swîsreyê çalakî lidar xistin: Jiyanek bê Ocalan em qebûl nakin!

Bi sedan Kurdistanî û dostên wan ên li Swîsreyê daketin qadan, tecrîda li ser Ocalan protestokirin, daxwaza azadiya Ocalan kirin. Di axaftinan de jî ev tişt hate gotin: “Ocalan Kurdistan e”, bang hate kirin ku her kes xwedî li Ocalan derbikeve.

Bi armanca agahiyek ji Rêberê Gelê Kurd Abdullha Ocalan û azadiya wî, di pêşengtiya NCKD-Swîsre û Tevgera Jinên Kurd ên Swîsreyê li navenda bajarê Bern ê Swîsreyê mîtîngek hate lidarxistin.

Bi sedan Kurdistanî û dostên wan tevlî mîtînga ku li Qada Helvetîaplatz a Bernê bûn. Di mîtîngê de pankartên “Ji Ocalan re azadî” û “Cîhanek bê Ocalan em ê di serê we de hilweşînin” û posterên Ocalan hatin vekirin. Rêxistinên MLKP, PYD û Partiya Komunar a Şoreşger û gelek sazî tevlî mîtîngê bûn û piştgirî kirin.

Di mîtîngê de dirûşmên “Ji Ocalan re azadî”, “Terorîst Tirkiye”û “Bê Serok jiyan nabe” hatin qîrkirin. Nerazîbûnek tund li hember tecrîda girankirî ya li ser Ocalan hate nîşandan.

KENDAL: JIYANEK BÊ OCALAN EM QET QEBÛL NAKIN

Hevseroka NCKD-Swîsreyê Hatîce Kendal a di mîtîngê de axivî, diyar kir ku asta tecrîdê ya ku di roja me ya îro de li ser Ocalan tê kirin nayê qebûlkirin û wiha got: “Îro roja berxwedanê ye, îro roja êdî her kes dakeve qadan e.” Kendal wiha axaftina xwe domand: “Bi Rêbertiya me sînorê sebra me dipîvin. Lê yên ku vê dikin bila baş bizanibin, jiyanek bê Rêbertî, em ê jiyanê li her kesê jî heram bikin. Kurd jiyanek bê Rêbertî qet qebûl nake, ne dike jî. Bi vê yekê em Kurdên li Ewropa dijîn divê dakevin qadan û çalakiyan lidar bixin û xwedî li Rêbertiya xwe derbikevin.”

‘XWEDÎ DERKETINA LI RÊBERTIYÊ TÊ WATEYA XWEDÎ DERKETINA LI KURDISTANÊ YE’

Kendal herî dawî jî wiha got: “Xwedî derketina li Rêbertiyê tê wateya xwedî derketina li Kurdistanê. Xwedî derketina li Rêbertiyê tê wateya xwedî derketina li gelên li Rojhilata Navîn û cîhanê. Ji bo vê em dibêjin ku divê gelên cîhanê li gel me xwedî li OCalan û siberoja xwe derbikevin.

Piştî Kendal jî di axafinên li ser navê PYD, MLKP û HDK-Ewropayê hatin kirin de jî destnîşan kirin ku ji rewşa Ocalan bi fikarin û bibîr xistin ku divê bi lezgîn hevdîtin li gel Ocalan pêk werin.

Piştî axaftinan û şûnde Kurdistanî û dostên wan li gel qîrkirina sirûdan govend gerandin û azadkirina Reqa pîroz kirin.