Kûlaçoglû birin Enqerê
Taylan Kûlaçoglû ku li Stenbolê hatibû binçavkirin, birin Enqerê. Bi kêfî nehiştin ku parêzer Kulaçoglu bibînin.
Taylan Kûlaçoglû ku li Stenbolê hatibû binçavkirin, birin Enqerê. Bi kêfî nehiştin ku parêzer Kulaçoglu bibînin.
Taylan Kûlaçoglû di lêpirsîna Redhackê de berê jî hatibû binçavkirin îro jî berê sibehê binçav kirin.
Parêzer Firat Dûrak diyar kir Kûlaçoglû berê jî hatibû binçavkirin, piştî ku demekê li girtîgehê hiştin bi şerê kontrola edlî serbest hate berdan. Parêzer Dûrak diyar kir ji 2013’an ve qedexe li ser heye ku derkeve ‘derveyî welat’’ û heftiyê du caran îmzeyan lêdixe û got, ‘’her çendî em tawanbarkirinê nizanibin jî ev cara sêyan e ku bi lêpirsîneke navendî ya Enqerê tê binçavkirin. Ez bang li wan kesan dikim ku piştî her çalakiya Redhackê Kulaçoglu binçav dikin, eniya me vekirî ye.’’
Dûrak ji bo ku miwekîlê xwe bibîne çû Midûrîyeta Emniyetê ya Stenbolê, lê Kulaçoglu nedît û got, ‘’dema ku em diawiqandin, ew birin Enqerê’’