Krîza Kaşikçi wê çawa çareser bibe?

Hevdîtin û danûstandinên li ser çareserkirina krîza rojnamevanê Siûdî Cemal Kaşikçi dewam dikin. Wezîrê Karên Derve yê DYA'yê Mîke Pompeo piştî Riyadê berê xwe da Enqereyê.

Rojnamevanê Siûdî Cemal Kaşikçi roja 2'ê Cotmehê kete hundirê avahiya Serkonsolosxaneya Siûdî ya li Stenbolê. Rayedarên Tirk dibêjin, Kaşikçi ji avahiyê derneketiye û hatiye kuştin.

BEŞEK JI KRÎZA HERÊMÎ YE

Kaşikçi weke beşek ji krîza navbera Erebîstana Siûdî, Qatar û Tirkiyeyê tê dîtin. Kaşikçi ku berê bi lîderê El Qaîdeyê Ûsame Bîn Ladîn re hevpeyvîn kir û hin nêrînên wî diparast, wê wextê demokrasî li ber dilê wî nexweş bû. Piştî demeke dirêj qala demokrasiyê kir û weke yekane rêya çareseriyê nîşan da.

Têkiliyên Kaşikçi yên bi Birayên Misilman, Qatar û dewleta Tirk re hîn jî mijara nîqaşê ne. Nayê zanîn bê Tirkiye hêviya çi ji vê krîzê dike û hîn zelal nebûye bê Erebîstana Siûdî wê xwe çawa ji nava vê krîzê derxîne.

Li ser rewşa Kaşikçi di medya Amerîkayê de hin îdîayên nû hatin kirin. Beşek ji van îdîayan li gotinên rayedarên Tirk tên.

NYT: NASNAMEYA 5 KESAN ZELAL BÛ

Rojnameya New York Tîmesê nivîsî ku ji kesên tê gotin ji bo kuştina Cemal Kaşikçi hatine Tirkiyeyê nasnameya 5 kesan eşkere bûye. Li gorî rojnameyê, yek ji gumanabaran dîplomateke ku di ger û geştê de timî bi Prensê Welîaht ê Siûdî Mûhammed bîn Selman re ye. Yekî din jî pisporê tipa edlî ye.

WP'Ê QALA 7 PASAPORTAN KIR

Rojnameya Washîngton Post (WP) jî ragihand ku wan agahiyên li ser pasaportên 7 kesên ku tê gotin di nava koma kuştina Kaşikçi de cih digirin, bi dest xistine. Rojnameya Amerîkî diyar kir ku agahiyên li ser van pasaportan ji rayedarên Tirk re şandine.

WSJ: LI BER ÇAVÊ KONSOLOS HATE KUŞTIN

Îdîayeke din jî di rojnameya Amerîkî Wall Streest Joûrnal (WSJ) de derket. Rojnameyê got, Kaşikçi li ber çavê Serekkonsolosê Siûdî yê Stenbolê Mûhammed el-Uteybî hate kuştin. Her wiha rojnameyê ragihand, ku rayedarên Siûd li mala el-Uteyb ku Sêşemê ji nişka ve vegeriya welêt wê ti lêgerînê nekin.

CNN Internatîonal jî di nûçeya xwe de, ku nûçe spartibû rayedarên Tirk, gotibû Kaşikçi hatiye kuştin û cesedê wî hatiye parçekirin.

FIKARA DYA'YÊ YA JI ÎRANÊ

DYA jî ji bo krîza hevalbendê xwe yê li Kendavê Riyadê çareser bike kete dewrê. Wezîrê Karên Derve yê DYA'yê Mîke Pompeo piştî serdana Riyadê giha Enqereyê. Zexta hikumet, rêxistinên navneteweyî û derdorên kar li ser Riyadê zêde bû. DYA fikaran dike ku plana zexta li ser Îranê bi van geşedanan ji rê derkeve.

LI GORÎ TRÛMP DI NÊZ DE WÊ PIRS BERSIVA XWE BIBÎNIN

Serokê DYA'yê Donald Trûmp dema Pompeo li Riyadê bû li ser bûyera Kaşikçi tweetek nivîsî. Trûmp got, "Dema hevdîtina bi telefonê Pompeo li cem bû. Got, derbarê vê mijarê lêpirsînek berfireh dest pê kiriye û ev lêpirsîn bi lezgîn wê berfireh bibe. Di nêz de wê pirs bersivên xwe bibînin."