Krîza di xeta Bruksel-Berlîn-Enqere de kûr bû
Krîza di xeta Bruksel-Berlîn-Enqere de kûr bû
Krîza di xeta Bruksel-Berlîn-Enqere de kûr bû
Pêvajoya muzakereyan a dihat payîn di navbera Yekîtiya Ewropa û Tirkiyeyê de ji nû ve were destpêkirin, ji ber polîsên Tirk bi awayekî dijwar êrîşî xwepêşandanên li Parka Gezî kirin ji nû ve xitimî. Ji ber Wezîrê YE Egemen Bagiş der heqê taloqkirinê de Serokwezîra Elmanya Merkel sûcdar kir krîza Parka Gezî ya di navbera xeta Bruksel-Berlîn-Enqere de hîn kûrtir bû.
Pêvajoya endamtiya Tirkiyeyê ya ji Yekîtiya Ewropayê re ku di salên dawî de xitimî, hêviya ku ev pêvajo ji nû ve werin destpêkirin û muzakere ji cihê mane careke din berdewam bikin çêbûn. Lê belê, berxwedana Parka Gezî û mudaxeleya polîsên Tirk a dijwar bandor li vê pêvajoyê kir. Di van rojên dawî de bi taybet Serokwezîra Elman, der barê şîddeta polîsan a li hemberî Parka Gezî de dozaja rexneyên xwe zêde kir û got, “Helwesta hikûmeta Tirk ez kirim nav panîkê.”
Hikûmeta Enqereyê ji şoka Brukselê, Serokwezîra Elman Merkel berpirsiyar dît.
Wezîrê YE’yê yê hikûmeta AKP’ê Egemen Bagiş duh li Kayseriyê ji rojnamevanan re axivî. Bagiş got, "Divê mijara ku bi Tirkiyeyê re mijûl dibin baş hesab bikin. Di demên berê de (Serokkomarê bere yê Fransa Nîcolas) Sarkozy yê bi Tirkiyeyê re mijûl bû îro masiyan digire. Divê her kes vê bîne bîra xwe. Hûn dizanin, di meha Îlonê de li Elmanya hilbijartin hene. Eger Merkel jî ji bo hilbijartinên xwe li malzemeyên siyasetê digere, divê ev ne Tirkiye be. Pêdiviya Tirkiyeyê bi YE nîn e, ya YE’yî bi Tirkiyeyê heye."
Axaftinên Bagiş di navbera Enqere û Berlînê de şeve din bû sedema krîzê. Medyaya Elman gotinên Bagiş bi serenavên “Wezîrê Tirk Merkel tehdît dike.” û “Tirkiyeyê ultîmatom da Merkel” ragihand. Hikûmeta Merkel jî bang li sefîrê Berlîn ê Tirkiyeyê Huseyîn Avnî Karslioglu kir. Bi heman rengî Wezîrê Karên Derve yê Tirk jî Sefîrê Elman ê Enqereyê Eberhard Pohl dawet kir.
Krîza Euro ya Ewropa hejand û ji ber karneya Tirkiyeyê ya di mijara mafên mirovan û azadiya raman de xerab, muzakereyên Tirkiyeyê û YE ku dabûn jibîrkirin, di sala 2013’an de careke din ketin rojevê. Pêvajoya endamtiya Tirkiyeyê ya di sala 2005’an destpê kir de ji 35 serenavên muzakereyan tenê 13 serenav ku hatin vekirin, ji wan jî tene ya bi serenavê “zanist û lêgerîn” temam bû.
Enqere di van salên dawî de ku guh nade “karên malê” yê YE, rêveberiya Parîsê di meha Sibatê de, di xeta Bruksel-Enqere de yek ji serenavên girîng ê muzakereyan blokaja “polîtîkaya herêmî” rakir.