Serlêdana hevdîtina parêzerên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi miwekîlê xwe re carekedin hate rekirin. Her çendî hatibû gotin ku ji bo Îmraliyê wesayiteke nû ya deryayî anîne, lê mejiyê dewleta Tirk neguherî û dîsa got: koster xirabe ye.
Ji parêzerên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan Mazlûm Dînç, Rezan Sarica û Huseyîn Bogatekîn, ji bo bi muwekîlê xwe Ocalan re hevdîtina hefteyî pêk bînin serî li Dozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan. Lê serlêdan careke din bi hinceta koster xirabe ye hate redkirin.
Çapemeniya Tirk di van demên dawiyê de nûçeyek spartin rayedarên hukûmetê û îdîa kiribûn ku keştiyeke nû yak u dikare di hemû şert û mercên dijwar de biçe Îmraliyê.
Serokwezîrê Tirk Recep Tayyip Erdogan jî 3yê mijdarê dabû diyarkirin ku dikare bi malbata xwe re hevdîtin pêk bîne, lê hevdîtinên bi parêzeran re bidin aliyekê.
482 ROJ IN HEVDÎTIN ÇÊNEBÛYE
Erdogan di daxuyaniya xwe ya îro ya di rojnameya Milliyetê de hate weşandin de dabû diyarkirin ku malbat dikare hevdîtinê pêk bîne, ew naxwazin parêzer hevdîtin pêk bînin.
Hêjayê gotinê ye ku hefteya borî birayê Ocalan, Mehmet Ocalan bi heman kosterê ku tê gotin xirabe e çûbû Îmraliyê.
Parêzerên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji 27'ê tîrmeha 2011'an heya niha (482 rojin) nikarin bi muwekîlê xwe re hevdîtinê bikin û serlêdanên wan bi hincetên ji cidiyetê dûr û pûç yên weke "keştî xirabûyî ye", "rewşa hewayê", "keştî di tehmîrê de ye", "belge kêmin" û "betlaneya fermî ye" dihatin astengkirin.