Koordînatorê Nûçeyan ê IMC TV jiyana xwe ji dest da

Koordînatorê Nûçeyan ê IMC TV jiyana xwe ji dest da

Koordînatorê Nûçeyan ê IMC TV rojnamevan Suat Yegen di encama krîza dil de jiyana xwe ji dest da.

Koordînatorê Nûçeyan ê IMC TV Suat Yegen li mala xwe ya Yenîkoy a Sariyer di encama krîza dil de jiyana xwe ji dest da. Cenazeyê Yegen vê sibê ji aliyê hevalên wî ve hat dîtin. Cenazeyê Yegen rakirin morga Goristana Zîncîrlîkuyu.

Suat Yegen ê di 24’ê Kanûna 1966’an de li Konyayê hat dinyayê,  dibistana seretayî, navîn û amadeyî li Konya qedand û ji Fakulteya Zanistên Siyasî ya Zanîngeha Enqere mezûn bû...

Yegen, piştî damezirandina televîzyonên taybet ku di gelek kanalên televîzyonan de kar kir, di kanalên wek Show TV, Haberturk, NTV û hwd. gelek kanalan de kar kir. Suat Yegen ku polîtîkaya weşanê ya Haberturk rexne kir û jê veqetiya, herî dawî di IMC TV de Koordînatoriya Nûçeyan dikir.