Koordînasyona Hewldana HDK-A civîna xwe lidar xist
Koordînasyona Hewldana HDK-A civîna xwe ya 8. lidar xist. Encamên vê civînê, ku di 25'ê Kanûna 2016'an de li bajarê Lîege yê Belçîkayê hate lidarxistin, bi danezanê hatin eşkerekirin.
Koordînasyona Hewldana HDK-A civîna xwe ya 8. lidar xist. Encamên vê civînê, ku di 25'ê Kanûna 2016'an de li bajarê Lîege yê Belçîkayê hate lidarxistin, bi danezanê hatin eşkerekirin.
Di civînê de, gavên têrker ên ji aliyê pêkhateyên HDK-A ve nehatine avêtin, her wiha xemsariya xebatên damezrandinê yên HDK-A li Ewropayê hatin rexnekirin.
Di danezanê de hat gotin, "Pêwîste têkilî bi hemû sazî, partiyên siyasî, rêxistin û kesayetên serbixwe yên karibin tevlî karê HDK-A bibin têkilî were danîn, bi kongre û meclîsên ji rengînî û dewlemendiya HDK re HDK-A were mezinkirin û potansiyela wê bê bikaranîn.
Xebatên me yên damezrandina HDK Ewropa (HDK-A) wê bi kongreyên li welat û gelek bajarên welatan bidome. Di 4'ê Sibata 2017'an de bi Kongreya Ewropayê ya li Brukselê re bên tacîdarkirin."
Di encamnameyê de hat ragihandin, girîngiya bi hev re meşandina xebatên siyasî û rêxistinî careke din hate destnîşankirin û hat gotin, "Kampanya 'Rewşa Awarte li Tirkiyeyê bisekinîne' ku di 23'ê Mijdarê de li lber Parlamenta Eyaleta NRW li Dusseldorfê bi daxuyaniya çapemeniyê me dan destpêkirin û di 10'ê Kanûnê de me berfireh kir, gelekî girîng e.
Ev kampanya me li gelek herêman bi tecrûbe û rengên xweser dewam dike. Li herêmên Hê qels in, lazim e pêkhateyên HDK-A û her kesên dixwazin HDK mezin bibe, xwedî li kampanyayê derkevin, vê yekê bigihîne hemû kolan, qad, mal, saziyên herêmî, sendîka û partiyên siyasî.
Di civîna me ya koordînasyonê de, amadekariyên kongreya damezrandinê ya 4'ê Sibatê hatin nirxandin. Di vê çarçoveyê de Komîteya Amadekar a Kongryê wê li ser amadekariyên teknîkî û beşdariya li kongreyê, agahiyan bide, dosyayek ji bername û rêziknameyê amade bike û pêşkêşî delegeyên kongreyê bike.
Vexwendînameya ji bo kongreyê wê di dema herî nêz de were amadekirin.
Koordînasyona me wê civîna xwe ya pêş di 22'ê Çileya 2017'an saet di 12:00 de li Kolnê pêk bîne."