Koordîasyona Yekîtiya Ragihandina Demokratîk (YRD), sersaxî ji malbata Aksoy re xwest û got, "Yek li lehengên me yê kedkar ê Têkoşîna Azadiyê ya Kurdistanê, hevalê me û endamê Ragihandina YPG'ê Mehmet Aksoy li Reqayê di dema têkoşîna dijî faşîzma DAIŞ'ê de şehîd bû. Em ji malbatê, civata çapemeniya azad û gelê Kurdistanê re sersaxiyê dixwazin."
Di daxuyaniyê de hat ragihandin, Aksoy tevî emrê xwe yê ciwan jî li xerîbiyê, ji karê komeleyan heta dîplomasiyê, ji sînemayê heta çapemenî û weşanê her tim li refên pêş ên têkoşînê bû.
Daxuyaniyê wiha dewam kir: "Mehmet Aksoy, ku xwedî ked û terûbeyeke mezin bû, di dema dawî de ji bo dengê Şoreşa Rojava û Tevgera Azadiyê ya Kurdistanê li qada dîplomasiyê û çapemeniyê ragihîne, gelekî hewl da. Mehmet Aksoy ku damezrînerê ajansa nûçeyan a bi Îngilîzî weşanê dike bû, ji bo tevlî Şoreşa Rojava bibe û dengê şoreşê bigihîne cîhanê berê xwe da qada şoreşê.
Hevalê me Mehmet Aksoy, bi gotina, 'Ez ê xwe li wê derê ji nû ve biafirînim' çû Rojava û Bakurê Sûriyeyê û tecrûbeya xwe ya li dîplomasiyê kir parçeyek ji Kevneşopiya Çapemeniya Azad û di demeke kin de operasyona Reqayê li cih şopand. Di nava têkoşîna çalak de, li Navenda Ragihandinê ya YPG'ê bi erk û wezîfeyên girîng rabû.
Ji Gûrbetelliyan heta Halîl Dagan, ji Denîz Firatan heta Agirî û Nûjiyan Erhanan, Mehmet Aksoy kevneşopiya çapemeniya azad dewam kir û di nava têkoşîna azadiyê ya gelê me, ya gelên me de weke kedkarekî çapemeniya azad bi rola xwe ya çalak rabû. Li gel emrê xwe yê ciwan, bi danhevî û tecrûbeya xwe ji Mereşê berê xwe da Londonê, li Londonê ket ser rêya Rojava ya Azad û bi dildarî û bawerî cihê xwe di nava têkoşîna azadiyê de girt. Gelek kar li ber Mehmet Aksoy bû, ku dikarîbû ji bo Şoreşa Rojava û Têkoşîna Azadiyê ya Kurdistasnê bikira. Em dibêjin; em ê xewn û xeyalên hevalê xwe Mehmet Aksoy di têkoşîna çapemeniya azad de bi cih bînin; em li ber ked û xeta wî ya têkoşînê bi rêzdarî bejna xwe ditewînin. Bi navê Koordînasyona YRD'ê em careke din sersaxiyê ji malbata wî, civata çapemeniya azad û gelê Kurdistanê re dixwazin. Em soz didin ku em ê xewn û xeyalên Mehmet Aksoy pêk bînin."