Konvoya 'NA' li nava bajarê Berlînê geriya

HDK-Berlînê, di çarçoveya kampanya 'NA' de li paytexta Elmanya Berlînê konvoyek ji 25 wesayîtan amade kir û li nava bajêr geriya. Girseya gel piştre berê xwe da Sefaretxaneya Bilind a Tirkiyeyê û dengê xwe da.

Konvoyê li tax û kolanên girîng ên paytext Berlînê li qorneyê da û tûr avêt. Mirovên li derdorê jî bi çepik û nîşaneya serketinê piştgirî dan. Tûra konvoyê ji aliyê Elmanan ve jî bi baldarî hat şopandin.

Konvoyê piştî gera li navenda bajêr, berê xwe da Sefaretxaneya Bilind a Tirkiyeyê. Girseya gel li vê derê govenda 'NA' gerand û bi zimanên cuda dirûşmên "Em dibêjin NA", "Bimire dîktatoriya faşîst" qîriya.

Di dawiya hefteyê de jî wê çalakiyeke bi heman rengî ya konvoya ji wesayîtan bê lidarxistin.