Konseya Ewropayê li dijî Tirkiyê pêvajoya binpêkirinê da destpêkirin

Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê, ji ber ku Tirkiyê biryara Dadgeha Mafê Mirovan a Ewropayê (DMME) ya derbarê Osman Kavala bi cih neaniye, biryara destpêkirina pêvajoya binpêkirinê li dijî Tirkiyê da.

Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê di encama civîna xwe ya 3 rojan de derbarê karsaz Osman Kavala yê ji aliyê hikûmeta AKP/MHP’ê ve dîl hatiye girtin, biryar da.

Komîteya Wezîran ji bo Kavala ku tevî biryara DMME’yê hat destgîrkirin, biryar da li dijî Tirkiyeyê pêvajoya binpêkirinê bidin destpêkirin.

Di duyemîn danişîna 26'ê Mijdarê de piştî yekbûna doza Çarşî û Parka Geziyê ku ji 52 bersûcan pêk dihat, biryara destgîrkirina Kavala bi piraniya dengan hat dayîn. Osman Kavala ku zêdeyî 4 sal in di girtîgehê de ye tevlî danişînê nebû.