Koordînasyona Kongreya Star di destpêka peyama xwe de wih got; "Em rojbûna rêber Apo di nava şert û mercên dîlgirtinê, tecrîdê û êşkenceyê de pêşwazî dikin. Rêber Apo zêdetirî 22 sal e li girava Îmraliyê dîlgirtî ye wê di 4'ê Nîsanê de bibe 72 salî. Weke Kongreya Star em careke din hêzên komploger bi nefret şermezar dikin û 4'ê Nîsanê li hemû jinan, gelê Kurd û tevahiya gelên Rojhilata Navîn pîroz dikin."
Kongreya Star destnîşan kir ku 4’ê Nîsanê ne tenê rojbûnek e û wiha dewam kir: "4'ê Nîsanê bi tenê bidawîbûna înkar, asîmîlasyon û koledariyê temsîl nake, 4’ê Nîsanê têgihîştineke nû, felsefeyeke nû ya jiyanê, formeke nû ya têkoşînê di dîroka berxwedanê ya Kurdan de îfade dike. Li ser bingeha hebûna xwe, xwebûn û rêyeke avakirina jiyana azad temsîl dike. Rêber Apo bi bilindkirina xebatên azadiya jinan re şoreşa jinan a ku îro li erdnîgariya me bilind bûye, mimkun kiriye û li tevahiya cîhanê bûye îlham. Darên ku em her 4’ê Nîsanê diçînin sembola kok û kûrbûna têkoşîna jiyana azad a jin û gelan e."
Kongreya Star bal kşand ser tecrîda li Îmraliyê ya li ser rêber Abdullah Ocalan û wiha da zanîn: "Em dixwazin wek Kongreya Star destnîşan bikin ku têkoşîna me bi giştî ji bo jihevkirina, têkbirina tecrîd û êşkenceyê ya Îmraliyê ye. Berxwedana me ne tenê ji bo şikandina tecrîdê ye, ji bo azadiya bi temamî ye! Divê were zanîn ku wek jinên Kurd, ji bilî jiyana azad a bi rêber Apo re em tu carî jiyaneke din qebûl nakin. Bi têkoşîna xwe re em destnîşan dikin ku em ê hesab û polîtîkayên qirêjî yên dewleta şerê taybet a Tirk û hêzên NATO'yê bê encam bikin."
Di dawiyê de Kongreya Star got dê têkoşîna xwe ya ji bo azadiya rêber Abdullah Ocalan a fizîkî geştir bikin û wiha lê zêde kir: "Ji bo ku 4’ê Nîsanê veguherînin cejneke azadiyê, em pêşengiya jinan di her aliyê jiyanê de mezin bikin. Em tecrîda Îmraliyê û pergala îşkenceyê ji hev bikin da ku bi rêber Apo re azad bijîn."