Kongreya NCDK a Saarbruckenê hate lidarxistin

Navenda Civaka Demokratîk a Kurd (NCDK) a Saarbruckenê kongreya xwe ya 4. lidar xist.

Hevserokê Giştî yê DBP'ê Kamûran Yuksek li kongreyê axivî û got, "Divê gelê Başûr, bi dengekî hîn bilind li ber PDK û Barzanî rabe." Yuksek got, "Ev polîtîkaya qirêj wê biqede û di demeke nêz de wê dawî li Erdogan bê. Di referandûmê de hemû cîhanê dît ku pêşî li AKP û Erdogan dikare were girtin" bal kişand ser girîngiya tifaqa hêzên cuda û yekîtiya neteweyî.

Navenda Civaka Demokratîk a Kurd li Saarbruckenê, di kongreya xwe ya 4. de meclîsa xwe ya nû hilbijart. Di kongreya meclîsê de Hevserokê KCDK-E Yuksel Koç, Hevserokê DBP'ê Kamûran Yuksek û Serokê Meclîsa Şengalê ya li Dîasporayê Fîkret Îgrek jî amade bûn.

Kongre diyarî Mehmet Tûnç û Pakîze Nayir hate kirin, ku di berxwedana xwerêveberiyê de jiyana xwe ji dest dan.

KOÇ: LI PÊŞBERÎ GELEKÎ RÊXISTINBÛYÎ BÊ ÇARE MAN

Yuksel Koç di destpêkê de axivî û got, "Saziyên me û meclîsên me yên li Ewropayê, nûnerên berxwedana Kurdistanê yên li Ewropayê ne. Li Ewropayê gelekî bi qasî Kurdan rêxistinbûyî nîne. Bi rêya meclîsa divê em êdî xwe li gorî paradîgmaya nû bi rêxistin bikin. Di paradîgmaya me ya berê de rêxistinbûyîneke navendî hebû, lê meclîsên di paradîgmaya nû de cih digirin, amûrên girîng ên demokrasiyê ne. Li pêşberî gelekî rêxistinbûyî, teknîka leşkerî jî bê çare dimîne. Cihgirtina li nava meclîsê bi tena serê xwe têrê nake. Divê her xebatkarekî meclîsê mîna dîplomatekî bixebite. Di sîstema nû de kar ji bo her kesî heye."

NERAZÎBÛNA LI QEDEXEYAN

Koç bal kişand ser qedexeyên dewleta Elman li ser Kurdan ferz dike û got, "Divê dewleta Elman zanibe, ev gel wê her tim wêneyên Rêberê xwe û alên saziyên xwe hildin. Qedexe nikarin bibin asteng. Divê ew jî hurmetê nîşanî nirxên me bidin. Dema mijar nirxên me be, em ê ji kesî re nebêjin ser seran ser çavan."

Piştre rapora li ser karê salekî û maliyeyê hate xwendin û hat erêkirin. Ji bo hevserokatiyê jî Orûç Dapar û Dîlan Akdogan hatin hilbijartin.

YUKSEK: LAZIM E GELÊ BAŞÛR DENGÊ XWE LI PDK'Ê BILIND BIKE

Di rûniştina duyemîn a kongreyê de Hevserokê DBP'ê Kamûran Yuksek rojev nirxand û got, "Em di nava pêvajoyekê de ku dikare weke fînalê bê binavkirin.

Yuksek wiha dewam kir: "Êrîşên balafirên şer ên dewleta Tirk nikarin bi ser bikevin. Armanc ji van êrîşan pêşîgirtina li statuya Kurdan e. Di vê mijarê de ez dixwazim bang li gelê Başûr ê destekê dide PDK'ê dikim: 'Dewleta Tirk dixwaze bi destê PDK'ê destketiyên Kurdan ji holê rake. Eger AKP li Roajva, li Şengalê bi ser bikeve, bizanibin ku wê li Başûr federasyon nemîne. Têkildarî ala li Kerkûkê hat bilindkirin de Erdogan tofan rakir. Bi kesên ku dibêjin 'Ji Barzanî dost nabe, ancax postê li binê lingê me dibe' tifaq kiriye. Cihgirtina li cem xwediyê vê zîhniyetê, wê tiştekî nede Kurdan. Pêwîste gelê Başûr li dijî siyaseta PDK'ê û barzanî dengê xwe bilind bike. Ji ber ku pêşiyên me wezîfeya xwe ya neteweyî bi cih nanîn, em îro neçar in têbikoşin. Lê belê firsend di destê me de heye ku welatekî azad ji nifşên pêşiya xwe re bihêlin."

'DOR LI AKP'Ê HATIYE GIRTIN'

Kamûran Yuksek got, "Hêza me heye ku em demokrasiyê li Rojhilata Navîn ava bikin. Ez bi xwe jî di nava hevdîtin û civînên Strasboûrgê de bûm. Tevlî civîna konseyê bûm. Li wê derê biryareke gelekî girîng derket. Biryar hate dayîn ku Tirkiye di nava pêvajoya kontrolkirinê de bê vegerandin. Ji aliyê siyasî ve me dor li hikumeta AKP'ê girtine.

Bi sean hevşaredarên me, bi dehan parlamenterên hatin girtin, rêya siyasetê li me hat kirin, lê belê çi li hundir, çi jî li derve me li ber AKP'ê serî netewand. Û em bawerin ev polîtîka qirêj wê biqede û di demeke nêz de dawî li Erdogan bê.

Di referandûmê de cîhanê tev dît ku pêşî li AKP û Erdogan dikare were girtin. Gelên Tirkiyeyê bi 7'ê Hezîranê û referandûmê re ev îspat kirin. Di nava salek û du salan de wê li Tirkiyeyê, Bakurê Kurdistanê û Rojavayê Kurdistanê bûyerên girîng biqewimin. Çi dikin bila bikin, wê nikaribin pêşî li statuya gelê Kurd a li Rojava bigirin. Hêzên koalîsyonê gelek caran bi awayekî vekirî eşkere kirin, ku ew ê li dijî Rojava li cem Tirkiyeyê cih negirin.

Divê êdî hêlîneke Kurdan jî hebe. Du rêyên serketinê hene; tifaqa bi hêzên cuda re û yekîtiya neteweyî."