Kongreya jinan bi dawî bû
Kongreya jinan bi dawî bû
Kongreya jinan bi dawî bû
2'emîn Kongreya Asayî ya Meclîsa Jinan a BDP'ê bi lîsteya meclîsa jinan a hate pêşkêşkirin hate qebûlkirin û slogana "Jin jiyan azadî" bi dawî bû.
Di kongreya Meclîsa Jinan a BDP'ê de Dayîka Aştiyê Kîbriye Ektiren axivî û diyar kir ku, gelê Kurd bi temamî di berxwedanê de bû. Ektîren anî ziman ku, bi salene têkoşîn bi rûmete û bedelên mezin meşandin ji bo ev têkoşîn bi aştiyekî bi rûmet bi dawî bibe Dayîkên Aştiyê bi salan têkoşîn meşandin. Dema navê Xwîşka Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan Fatma Ocalan hate xwendin slogan zêdebûn. Ji Tevgera Goran Fevziye Fekîrest, Ji Avusturya Helga Neumaîer, Partiya Çepkir a Ewropa (Yunanîstan) Sîa Anagnostopoulou, Partiya Çep a Ewropa (Partiya Komunîst a Fransa) Helene Bîdard, Ji Konferasa Jinên Ewropa Halînka Augustîn, ji Partiya Marksîst Lenînîst a Elemanya Monîca Gaertner, Ji Konferasna Ewropa ya Jinên Cîhanê Anne Wîlhelm, Ji Zanîngeha Utek a Hollandayê Eveleyn Klîjweg, Ji Herêma Federal a Kurdistanê Alkaddî Wîdad, ji Partiya Zahmetkêşanê Kurdistan Nîştîman Kemal û Sayma Mamend axivîn û keyfxweşiya xwe anîn ziman. Nûnerên partiyên siyasî yên Tirkiyeyê jî axaftinên kin kirin.
‘EW WEKÎ ELEWÎ PIŞTGIRIYÊ DIDIN PÊVAJOYÊ’
Li ser navê jinên Elewî Seroka Komeleya Eleweiyên Demokratîk û Azad Elmas Çalışkan axivî û diyar kir ku, ew weke elewî ji ber baweriyên xwe rastî lêpirsîn, komkujiyan hatin. Çalişkan anî ziman ku, ew weke elewî piştgiriyê didin pêvajoyê û kirdeya vê pêvajoyê ne. Çalişkan da zanîn ku, ji ber vê yekê ew spekulasyonan qebûl nakin û divê tu kes li ser navê elewiyan neaxive û vê yekê qebûl nakin. Çalişkan bilêv kir ku, di pêvajoya aştiyê de ji bo aştiyekî birûmet dê têkoşînê bikin.
Di kongreyê de dayîka leşkerê bi navê Mazlum Aksu yê ku dema li Xerpêtê leşkerî dikir bi îdîaya întîhar kir cenazeyê wî teslîmî malbatê kir Hayat Aksu ya Rêvebera EMEP'ê ya navçeyê bi wêneyên kurê xwe li ber dikê rawestiya. Piştî axaftinan Aksu derket ser dikê û wiha got: "Bila şer bi dawî bibe û tu kes nemire. Bijî Apo Bijî Kurdistan"
Piştî axaftinan rapr hatin xwendin. Pişt re lîsteya meclîsa jinan ji dîwanê re hate pêşkêşkiirin û hate qebûlkirin. Li gorî îsteyê di meclîsa jinan de jinên cih digirin navên wan wisa ne: "Pelîn Yilmaz, Naîle Balî, Ayşe Yildiz, Necla Nergîz, Hamîde Yuksel, Miyeser Çelîk, Sakîne Kayran, Cîhan Ekîn, Aysel Ceylan, Naîle Coşkun, Muslîme Kaplan, Hulya Taşar, Hatîce Gungor, Emîne Înan, Rahşan Engîn, Kiymet Ilgaz, Aynur Aşan, Leyla Erdem, Zeynep Uren, Şems Akin, Şahcan Tuner, Zehra Suleymaoglu, Emîne Esmer û Altun Yaray."
Kongreya jina bi slogana "Jin jiyan azadi" bi dawî bû