Kongreya 3'yan a MŞD'ê pêk hat

Kongreya Meclîsa Şengalê ya li Derveyî Welat (MŞD) li Elmanya, li Mala Êzidiyan a Celleyê pêk hat.

Kongreya Meclîsa Şengalê ya li Derveyî Welat (MŞD) bi tevlêbûna 100 kesî duh li Elmanya, li Mala Êzidiyan a Celleyê pêk hat.

Beriya destpêka kongreyê ji bo cangoriyên Fermana 74'an û yên Kurd û Kurdistanê deqeyek rêz hate girtin. Li ser pêşniyaran dîwaneke ji 3 kesan hate avakirin. Di kongreyê de peyama Meclîsa Demokratîk a Êzîdxanê û sazî û dezgehên amade hatin xwendin.

Di kongreyê de meclîseke ji 20 kesan, ku 18 mêr 2 jê jin in, hate avakirin.

Di encama kongreyê de Bahar Can û Fîkrek Igrek bûne hevserokên nû yên MŞD'ê.