KONGRA-GEL: Em bi xurtî tevlî meşa Dusseldorfê bibin -NÛ BÛ

KONGRA-GEL: Ji bo bêdengiya li hemberî bikaranîna çekên kîmyewî were şikandin em bi xurtî tevlî meşa di12’ê Mijdarê de ya li Dusseldorfê bibin.

Di daxuyaniya nivîskî ya Dîwana Hevserokatiyê ya KONGRA-GEL de hate gotin "Hikûmeta faşîst a AKP-MHP'ê ji ber ku li hemberî berxwedana gerîlayên azadiyê yên Kurdistanê têk çû, çekên kîmyewî, nukleerî, taktîkî û termobarîk ên ku li gorî navneteweyî qedexe ne, bi kar tîne.

'EM BÊDENGIYÊ QEBÛL NAKIN'

Di daxuyaniyê de ev tişt hatin diyarkirin

"Bikaranîna van çekan sûcê mirovahiyê ye û saziyên pêwendîdar ên wekî OPCW û NY'yê ku li hemberî vê yekê bêdeng in. Banga saziyên Kurdan nabihîsin, guh nedin bangên bijîşkên pispor ên endamên IPPNW'ê. Ligel ku dîmenên  gerîlayên bi çekên kîmyewî jehrî bûne hatiye weşandin hê jî bêdeng in.

Hikumeta Tirk ji bêdengiya van saziyan destekê werdigire, êrîşên xwe yên kîmyewî zêde dike û bi ser Prof. Şebnem Korûr Fîncanci ya ku gotibû divê derbarê çekên kîmyewî lêkolîn were kirin û rojnamevanên Kurd ên ku li ser van êrîşan nûçe çêkiribûn jî girtin.

Xoşnav Ata sê meh in li ber deriyê OPCW’ê di nobetê de ye lê OPCW dengê wî nabihîze. OPCW dibêje heke dewletek serîlêdanê bike, ew dikarin vê mijarê têxin rojeva xwe. Bi vê gotina xwe OPCW rasterast hevkarê sûcê mirovahiyê ye, ya ku dijî gelê Kurd ê bê dewlet û gerîlayên wê tê kirin.

Em ê nehêlin gelê Kurd ê ku sedsalek e li ser esasê berjewendiyên hevpar yên  bi dewleta Tirk re bûye qurbanî, careke din bibin qurbanî. Em tu carî bêdengiya li pêşberî qetilkirina zarokên xwe yên herî bi qîmet qebûl nakin. Gerîla rûmeta gelê Kurd e. Gelê ku rûmeta xwe winda kiriye nikare bijî.

‘DI 12’Ê MIJDARÊ DE TEKANE KARÊ ME DIVÊ PARASTINA RÛMETA ME BE’

Saziyên Kurd ên li derveyî welat dijîn, 12'ê Mijdarê weke 'Roja Greva Neteweyî' îlan kirin û li dijî êrîşên kîmyewî yên dewleta Tirk helwesteke hevpar nîşan dan. Divê wê rojê kes neçe ser kar, her tişt bê rawestandin. Di wê rojê de tekane karê me divê ev be ku em xwedî li gerîla derkevin, peyama xwe ragihînin ji sazî û raya giştî re.

Di 12’ê Mijdarê de em ê dewleta Tirk a ku çekên kîmyewî li dijî gerîla bikar tîne û saziyên ku bêdeng in, bi mîtîngeke navendî ya xurt a li Dusseldorfê protesto bikin.

Li Skandînavya (Stockholm), Brîtanya (London), Başûrê Fransayê (Marsîlya) û Awûstûryayê (Viyana) ku ji ber dûrbûnê nikarin tevlî meşa navendî bibin, wê 12'ê Mijdarê mîtîng werin lidarxistin û bêdengiya li hemberî çekên kîmyewî bê şermezarkirin.

Em bang li gelê xwe û dostên xwe dikin, werin em di 12’ê Mijdarê de li Dusseldorfê bi beşdariyeke pir xurt û bi heybet deng û hêza xwe bikin yek û bêdengiya li hemberî çekên kîmyewî bişkînin. Ji bo çavên ku nabînin û guhên ku nabihîsin em vekin, divê gelê me û dostên me seferber bibin.

Ji bo xwedîlêderketina gerîla ya ku hinceta azadiyê ya ya gelan, jinan û hemû bindestan e û ji bo ku em bibin dengê gerîla divê her kes tevî malbat û derdora xwe tevlî mîtînga Dusseldorfê bibe. Em Erdoganê faşîst ê ku sûcê şer dike û kesên bi bêdengiyê piştgiriyê didin wî, protesto bikin û em bêdengiyê bişkînin.”