Kongra-Gel: 2014 wê bibe sala azadiyê

Kongra-Gel: 2014 wê bibe sala azadiyê

Hevserokatiya Kongra Gel bi hêviya ku sala nû bibe sala aştî û azadiyê got, "Dema avakirina şoreşa gel a demokratîk hatiye."

Hevserokatiya Kongra Gel der heqe sala nû de peyameke nivîskî weşand û li ser bingeha "Sala rizgariya demokratîk û avakirina jiyana azad" sala nû li Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, gelê Kurd, têkoşerên li çiya û zîndanan, gelê Rojava û hemû dostên Kurdan pîroz kir.

Di peyamê de wiha hat gotin: "Pêngava dîrokî ya Rêber Apo di Newroza 2013'an de da destpêkirin, mora xwe li tevahiya salê xist. Bi peyama xwe ya li Newrozê re Rêberî li navenda Tirkiye û cîhanê bicih bû. Bi vê ve girêdayî desteka ji bo çareseriya demokratîk a pirsgirêka Kurd li her qada Tirkiyeyê belav bû û bi awayekî giştî hat pejirandin.

Bandora pêvajoya nû ya Rêberiyê da destpêkirin bi teqîna civakî ya li "Parka Gezî" xwe da der. Têkoşîna hevpar a hêzên demokrasiyê li parka Gezî nîşan dan, li Tirkiyeyê jib o têkoşîna civaka demokratîk pêvajoyeke nû da destpêkirin.

Tevî ku hikûmeta AKP'ê gavên pêwîst neavêt û pêvajoyê bi awayekî yekalî bimeşîne jî, di çarçoveya pêşdîtinên Rêber Apo yên li ser pêvajoyê de, sala 2013'an ji bo Tevgera me û hêzên demokrasiyê yên Tirkiyeyê bû saleke zêrîn.

Pêşketineke din a ji destpêkê heta dawiyê mora xwe li sala 2013'an da şoreşa Rojava bû. Bi pêşketinên şoreşgerî yên li tevahiya herêmê deng veda, di serî de gelê Kurd ji bo tevahiya gelên herêmê sîstemeke nû ya civakî ya demokratîk a alternatîf afirand. Li gel êrîşên piralî jî şoreşa Rojava ji bo tevahiya gelên dixwazin bi gelê Kurd re jiyaneke azad, bi rûmet û ewle bijîn, bû garantî û ev yek nîşanî tevahiya cîhanê da.

Hêzên paralel ên dewleta kûr ku ji van pêşketinan nerazîne, ew jî ranewestiyan. Ji bo pêvajoya çareseriyê pûç bikin, ji destpêkê heta dawiyê di sala 2013'an de provokasyonên xwe dewam kirin.

Hînê di destpêka salê de di 9'ê Çileya 2013'an de sê jinên şoreşger ên Kurd hevalên me Sara, Rojbîn û Ronahî bi hovane qetil kirin û xwestin pêvajoyê bisekinînin.

Wekî din li Geverê ji bo pêşî li hêrsa gelê me vebike gorên şehîdan xera kirin. Gelê me yê li hemberî van êrîşên li dijî pîrozmendiyên xwe nerazîbûn nîşan da, rastî êrîşê hat û di encamê de jî 3 welatparêzên me qetil kirin. Berê li Licê û Êlihê jî heman provokasyon kirin.

Li hemberî van êrîşên provokatîf, di çarçoveya hişyariyên Rêberê yê der heqê dewleta paralel de gelê me û tevgera me bi xwînsarî tevgeriya, neket xefika dijberan û têkoşîna xwe di nava salê de bi serketî meşandin.

Hêzên sîstema kapîtalîst a li pêşberî têkoşîna hevpar a Rêber Apo, tevgera me û gelê me têk çûn, di nava xwe de dest bi têkoşîneke kûr a desthilatdariyê kirin. Têkoşîna desthilatdariyê ya navbera AKP û Cemaetê, nelirêtiya AKP'ê û polîtîkaya Cemaetê ku parçeyek ji dewleta paralel e, hîn bêtir raxist pêş çavên raya giştî.

Di van rojên ku qirêjî û rûyê rast ê desthilatdarî û mûxalefeta Tirkiye hîn bêtir xuya dike de, dem hatiye ku hêzên eniya demokrasî û azadiyê temsîl dikin weke xeteke sêyemîn a alternatîf derkevin pêş, têkoşînê rêxistin bike û şoreşa gel a demokratîk pêk bîne.

Di vê asta ku bi berdêlên giran bidest ket de li pêş me firsendeke dîrokî ya pêkanîna "Tirkiyeya Demokratîk û Kurdistana Azad" heye. Li ser bingeha van destketiyan, ji bo sala 2014'an bibe sala şoreşê hemû şert û mercên pêwîst, li naverastê hene. Pêwîste hemû hêzên dijberên sîstemê berê xwe bidin vê armancê û têkoşîna xwe xurtir bikin. Hilbijartinên herêmî yên li pêşiya me, ji bo afirandina pêşeroja hevpar a gelên me, firsendeke girîng e. Li ser vê bingehê pêwîste hêzên demokrasiyê li Kurdistan û Tirkiyeyê van hilbijartinan baş bikar bînin.

Di asta heyî ya şoreşa Rojava de, wê bi hilbijartinên di demeke nêz de gelê me vîna xwe ya demokratîk deyne holê û derbasî qonaxeke nû bibe. Di serî de gelê Rojava em sala nû li tevahiya gelên Kurdistan, Sûriye û herêmê pîroz dikin û di sala nû de serketinê dixwazin."