Konferansa Iraqê: 'Çareseriya siyasî ya li Iraqê di Sûriyeyê re derbas dibe'
Konferansa Iraqê: 'Çareseriya siyasî ya li Iraqê di Sûriyeyê re derbas dibe'
Konferansa Iraqê: 'Çareseriya siyasî ya li Iraqê di Sûriyeyê re derbas dibe'
Serokkomarê Fransayê François Hollande di axaftina vekirinê ya konferansa navneteweyî ya bi mijara Iraqê li Parîsê tê lidarxistin de diyar kir ku li dijî DAIŞ'ê dengketin nema dibe û destnîşan kir ku çareseriya siyasî ya li Iraqê di Sûriyeyê re derbas dibe.
Bi pêşengiya Fransayê nûnerên 30 salan îro li Parîsê bi mijara Iraqê civiyan. Îran ne di nav de, welatên Rojhilata Navîn û Rojavayî beşdarî konferansê bûn. Axaftina vekirinê ya konferansê ji aliyê Serokkomarê Fransayê Fraçois Hollande ve hat kirin.
Hollande, bang li hevalbendên Fransayê kir ku "Li cem Iraqê bi awayekî vekirî, dilsoz û xurt' cih bigirin û destnîşan kir ku li dijî DAIŞ'ê "dema bê windakirin" nemaye.
'PÊWÎSTE MÛXALEFETA SÛRIYEYÊ YA DEMOKRATÎK BÊ DESTEKKIRIN'
Hollande got, "Têkoşîna Iraqiyan a li dijî terorîzmê têkoşîna me ye. Divê em li cem rayedarên Iraqî bi awayekî vekirî, dilsoz û xurt cih bigirin."
Hollande diyar kirin çareseriya siyasî ya li Iraqê di Sûriyeyê re derbas dibe û wiha axivî: "Kaos bi kêrî terorîstan tê. Ji bo parastina parastina pêşeroja Sûriyeyê, divê derdorên bi wan re muzakere û li hevkirin pêkan e, bên destekkirin. Ji bo Fransayê ev hêzên mûxalefeta demokratîk in. Pêwîste bi hemû derfetan werin destekkirin."
Hollande bi vê daxuyaniya xwe re careke din Beşar El Esad li derve hişt û der barê beşdariya Fransayê ya li êrîşên hewayî yên li hemberî DAIŞ'ê de tiştek negot.
Hollande ragihand ku armanceke bi tenê ya konferansa Parîsê heye û got, ku ew armanc jî, "pêşkêşkirina desteya siyasî ji bo rayedarên Iraqê û ji welatên dost ên dikarin di ji nû ve avabûna Iraqê de xwedî bandor bin, berhevkirina fonekê" ye.
Hollande di dewama axaftina xwe de diyar kir ku di serî de li Fransayê divê li gelemperiya cîhanê, pêşî li tevlîbûna endaman li nava DAIŞ'ê bê girtin.
FRANSAYÊ DEST BI FIRÎNA KEŞFÊ KIR
Di dema axaftian Hollande li konferansa Fransayê de Wezîrê Parastinê Jean-Yves Le Drian, li Emaretên Ereb ên Yekbûyî da xuyakirin ku firîna destpêkê ya balafirên keşfê yên Iraqê wê îro destpê bike. Hat ragihandin ku ev tevger wê bi destûra rayedaren Emaretên Ereb ên Yekbûyî û Iraqê bên kirin. Li gorî çapemeniya Fransayê, ji baregeha El Dafrayê ku pîlotên balafirên şer Rafale jî di nav de 200 leşker lê hene, du balafir rabûne.