Konên dabûn mexdûrên erdhejên Wanê çiriyan

Konên ku dabûn gundiyên Wanê yên ku ji ber erdheja meha Sibatê bûbûm mexdûr, ji ber mercên xirab û bahozê çiriyan. Parlemetera HDP’ê Orhan got: “Bahozê da nîşandan bê ka karê wan çiqasî sexte ne.”

Piştî erdehjê li konên ku hatibûn danîn lawirên gundiyan hatin bicihkirin. Ji bo mexdûrên erdhejê nêzî 4 hezar kon hatin danîn, sobe û betanî hatin dayîn.

Di vê demê de parlementerên AKP’ê yê Wanê Abdulhalat Avras ji bo mexdûrên erdhejê gotibû; “Em ê biçin, hûn bi xwe çareyekê ji bo xwe bibînin.”

Şewba Koronayê ya piştî erdehjê kir ku rewşa mexdûrên erdhejê zêdetir bibe. Gundî terîk qedera wan hatin kirin. Ba û bahoza ev du roj in li navçe navenda Wanê heye, bandorekî mezin li gudniyên mexdûrên erdhejê yên li Elbakê kirin.

Ji ber bahozê konên ku bo gundî û lawiran hatibûn vedan, piranî çiriyan, ketin. Ji ber bahozê jî elektirîk nadin kon û konteynirên ku welatî lê dimînin. Gundiyan banga alîkariyê kirin.

‘BAHOZÊ KARÊ WAN Ê SEXT E DA NÎŞANDAN’

Parlementera HDP’ê Muazzez Orahn li ser rewaş mexdûrên erdhejê agahî da û diyar kir ku ew tim bi gundî û keyeyê gundên mexdûrên erdehjê ne di nava têkiliyan de ne û got: “Ji ber bahoza ku ev du roj in dewam dike konên ku lawir lê bûn bi temamî hilweşiyane, gelek lawir jî telef bûne.

Orhan bibîr xist ku dema erdhejê alîkariyên partiya wan û aktivîstan hatibûn astengkirin. Orhan got: “Gel bi derfetên xwe bi kefir û daran ji bo lawirên xwe cih çêkirine. Ji ber bahoza zêde a du rojên borî gelek lawir jî telef bûne. A girîng bahozê da nîşandan bê ka karê wan çiqasî sexte ne.”

Orhan anî ziman ku desthilata AKP’ê tim dixwaze di demên karesatên xwezayî de gel muhtacî xwe bike, bi neçarî dihêlin û derfetên dewletê pêşkêş nakin. Orhan diyar kir ku gundî di rewşekî xirab de ne. Li Midûrê Çandiniyê yê Bajar jî geriyan e ji bo wan bersiva ‘em nikarin tiştekî bikin, hûn çareyek ji bo xwe bibînin’ dane wan. Orhan destnîaşn kir ku ev e nêzîkatiya dewletê.