Konê çareseriyê ji ber rawestîna vekişînê hat rakirin

Konê çareseriyê ji ber rawestîna vekişînê hat rakirin

Li navçeya Wan Elbakê, Konê Çareseriyê yê navbera gundên Beblesan û Kurakpila yê ji bo şopandina vekişîna gerîla hatibû vedan, bi rawestandina vekişînê re bi festîvaleke ku bi hezaran kes beşdar bûn hat rakirin.

Tevî kontrol û astengiya jendermeyan jî, li gel Hevseroka BDP'ê ya Wanê Fîgen Yaşar û rêveberên BDP'ê yên navçeyan bi hezaran kes li qada festîvalê hatin cem hev. 

Seroka Rêxistina BDP'ê ya Navçeya Elbakê Senar Yeşîlirmak li festîvalê axivî û ji ber xwedîderketina li kon û beşdariya li festîvalê spasiyên xwe ji gel re pêşkêş kir. Yeşîlirmak da xuyakrin ku heta hikûmeta AKP'ê ji bo çareseriyê gavan neavêje û dest ji taktîkên xwe yên sergerandinê bernede, dê aştî neyê. Yeşîlirmak got, "Gelê Kurd li vir e û destê xwe yê aştiyê dirêj dike."

Li dû Yeşîlirmak Hevseroka BDP'ê ya Wanê Fîgen Yaşar peyivî û got, "Hûn gelekî baş dizanin ku Birêz Ocalan di tecrîda li Îmraliyê de ji bo gelê Kurd, ji bo azadî û aştiyeke bi rûmet dixebite. Gelê Kurd ev 6 mehin dest bi pêvajoyeke nû kiriye. Em ji vê re dibêjin "qaşo pêvajoya aştiyê." Ev ne aştiye, hînê ti aştî nehatiey Kurdistanê. Mîna ku Birêz Ocalan tîne ziman, aştî bi samimiyeta her du aliyan dibe. PKK'ê li ser navê gerîlayên xwe yên bi rûmet gaveke mezin avêt. Got, ez ji dil im û ezê gerîlayên xwe vekişînim derveyî sînor û gerîlayê xwe vekişand. Em jî ji dewleta Tirk re vê dibêjin, ka samimiyeta te ka gava te ya mezin? Êdî ev gel ji dewleta Tirk û siyaseta qirêj a AKP'ê bawer nake."

Danê êvarê di festîvalê de fîşekên hewayî hatin teqandin û beşdaran heta derengiya şevê li ber stranan govend gerandin.

Rêveberê BDP'yî li qada festîvalê bi rêya standan pirstûkên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan Ocalan, parêznameyên KCK'ê û kovarên Ciwanan firotin. Festîval bi stranên hunermendên herêmî yên Elbakî û Hozan Kewê bi dawî bû.