Nûçeya Lezgîn: Ji Rêber Apo banga dîrokî

Komkujiyên Mereş û Roboskî li Munsterê hatin protestokirin

Komkujiyên Mereş û Roboskî li Munsterê hatin protestokirin

Li bajarê Almanya Musterê, komkujiyên Mereş û Roboskî bi meşekê hatin protestokirin. Di çalakiyê de Kurdistaniyan destegulek reş li ber konsolosxaneya Tirkan danîn.

Bi boneya salvegera komkujiyên Mereş û Roboskiyê Kurdistaniyan li navenda bajarê Munsterê meşek bi beşdariya bi dehan kesî li dar xistin. Di çalakiyê de kesên di her du komkujiyan de hatin qetilkirin, hatin hilgirtin û li dijî dewleta Tirk dirûşim hatin gotin.

Di meşê de pankartên bi Almanî yên ji bo protestokirina komkujiyan hate hilgirtin. Her wiha di belavokan de bal kişandin ser komkujiyên Mereş, Çorûm, Sêwas û Roboskî û valakirina 4 hezar gundan û ji Almanyayê hate xwestin ku êdî dest ji firotina çekên ku Tirkiye li hemberî Kurdan bi kar tîne berde.

Di meşê de gelek belavok hatin belavkirin û ji bo azadiya Ocalan îmze hatin berhevkirin û herî dawî destegulek reş li ber konsolosxaneya Tirk hate danîn.

Meş piştî axaftinan bi dawî bû.