Nûçeya Lezgîn: Ji Rêber Apo banga dîrokî

Komkujiyên Mereş û Roboskî li Duisburgê hatin protestokirin

Komkujiyên Mereş û Roboskî li Duisburgê hatin protestokirin

Li bajarê Duîsburg a Almanyayê bi dirûşmeyên ‘Me komkujiyên ji Mereşê heta Roboskê ji bîr nekir, em dê ji bîr nekin’ di 28’ê kanûnê de dê mitîng pêk were. Di mîtînga bi hevkariya rêxistinên girseyî yên demokratîk tê lidaraxistin de dê komkujiyên li hemberî kurdan û kedkaran yên dewleta tirk dê bê protestokirin.

Komîteya amadekar a mitîngê ji bo mîtînga ku dê di 28’ê Kanûnê de saet di 17.00’an de li ber Duîsburg Hapbahnof pêk were, bang li hemû demokrat û kesên xwedî wijdan û exlaq kir.

Mîtîng bi dirûşmeya ‘Me komkujiyên ji Mereşê heta Roboskê ji bîr nekir, em dê ji bîr nekin’ dê pêk were. Komîsteyên banga tevlibûna mîtînê kir. Di daxuyaniyê de hat gotin ku ew ji rayagiştî ya Almanya, saziyên civaka sivîl û çapemeniyê hestiyariyê dixwazin.