Komkujiya Roboskê hate bibîranîn

Kesên ku di Komkujiya Roboskê de hatin qetilkirin di meha 119'an de hatin bibîranîn. Endamê Desteya Rêvebera ÎHD'ê Nuray Çevîrmen diyar kir heta ku ser vê komkuijyê ronî nebe demokratîkbûn û sivîlbûn nabe.

Kesên ku di Komkujiya Roboskê de hatibûn qetilkirin di meha 119'an de careke dî hatin bibîranîn. Nuray Çevîrmen a ÎHD'yî diyar kir heta ku ser vê komkujiyê neyê ronîkirin sivîlbûna û demokratîkbûn nabe.

Balafirên şer ên Tirk 28'ê Mijdara 2011'an gundê Şirnexê Roboskê bombe kiribûn û 19 jê zarok 34 kes di komkujiyê de hatibûn kuştin.

Di meha 119'an a komkujiyê de endamên Helkefta Dadê ji bo Roboskê careke dî kesên ku hatibûn kuştin bi bîr anîn û xwestin ku berpirsên komkujiyê bêne darizandin.

Li daxuyaniya li ber Şûbeya ÎHD'ê ya Enqerê gelek kes hazir bûn.

Endama Desteya Rêveber a ÎHD'ê Nuray Demîr bal kişande ser Komkujiya Roboskê û got, ''Tişta ku em dijin nebûna dewlet, cezanekirin, şer û dadê ye. Ji bo kumkujiya bihurîna demê nîne. Heta ku ser Roboskê neyê ronîkirin û tiştên ku bûyîn ji gel re bi aşkereyî neyê vegotin li vî welatî wê sivîlbûn û demokratîkbûn nebe. Roboskê azmûna dewlet û desthilatê ye. Li van xakan rêya 'aştî û dadê' teqezî û pêşî wê ji Roboskê derbas bie. Roboskê şerma van xakan, birîna xwîngirtî û lêgerîna dadê ye.''