Komkujiya Şengalê li Hambûrgê hate şermezarkirin

Êrişên qirkirinê yên çeteyên DAÎŞ'ê ku beriya şeş salan li Şengalê kirin, li bajarê Hambûrgê yê Elmanyayê bi mîtîngekê hatin şermezarkirin.

Di salvegera 6'an a êrişên qirkirinê yên çeteyên DAÎŞ'ê de ku 3'ê Tebaxa 2014'an li Şengalê kirin, çalakiyeke şermezarkirinê li bajarê Hambûrgê yê Elmanyayê pêk hat.

Girseya gel ji bo şermezarkirina êrişên qirkirinê li pêşiya Dadgeha Eyaletê ya Hambûrgê li hev kom bû.

Mîtîng ji aliyê pêkhateyên Meclîsa Jinan a Rojbîn û Defend Rojava ve hate organîzekirin.

Ji nûnerên Êzidiyan Azîz Atalan li qada mîtîngê axivî û li dijî êrişên dagirkeriyê û polîtîkayên qirkirinê yên dewleta Tirk banga yekîtiyê li Kurdan kir.