SALVEGERA 42’YAN A BERXWEDANA ROJIYA MIRINÊ YA MEZIN A 14’Ê TÎRMEHÊ
Komîteyên Zindanê yên PKK-PAJK’ê bi wesîleya salvegera 42’yan a Rojiya Mirinê ya Mezin a 14’ê Tîrmehê, daxuyanî dan.
Daxuyaniya hevpar a komîteyan, bi vî rengî ye:
“Em dikevin salvegera 42’yan a Rojiya Mirinê ya Mezin a 14’ê Tîrmehê. Ev roja dîrokî weke Roja Rûmetê ya Neteweyî ya gelê me hatiye qebûlkirin. Em di vê roja dîrokî de berxwedêrên Rojiya Mirinê ya Mezin a 14’ê Tîrmehê Kemal Pîr, M. Hayrî Dûrmûş, Akîf Yilmaz û Alî Çîçek bi rêzdarî, hezkirin û minet bi bîr tînin û em soza xwe dubare dikin ku di her şert û mercî de bibin layiqê wan. Bi vê wesîleyê di serî de Rêber Apo, em rojên rûmeta neteweyî yên hemû gelê xwe û hevrêyên xwe pîroz dikin.
Dîroka mirovahiyê ya modernîteya demokratîk; li dijî desthilatdarên faşîst, zextkar û qirker dîroka têkoşînê ya gelan e. Hem ji bo Tevgera me ya Azadiyê, hem jî ji bo têkoşîna gelên cîhanê yek ji berxwedanên herî bi heybet, bê guman berxwedana Rojiya Mirinê ya Mezin a 14’ê Tîrmehê ye. Ev berxwedan li dijî faşîzma mêtinger-qirker bû yek ji berxwedanên herî bi heybet a dîrokê û nîşanî hemû cîhanê da ku milîtanên PKK ji bo jiyaneke bi rûmet çawa li ber xwe didin. Rojiya Mirinê ya Mezin a 14’ê Tîrmehê destaneke lehengiyê ye. Di bin şert û mercên herî zehmet de bi rengekî herî bi heybet nûneriya ruhê berxwedanê û xeta serketinê kirin.
BERXWEDANEKE LI DIJÎ MANKURTBÛNÊ YE
Berxwedana 14’ê Tîrmehê li dijî rejîma derbeyê ya 12’ê Îlonê hatiye raberkirin. Ev rejîm qada pratîka polîtîkaya qirkirinê ya li dijî Kurdan, şoreşgeran, beşên muxalîf ên çep-sosyalîstan e. Ev rejîma derbeyê ya faşîst li nava hemû civaka Tirkiyeyê teror pêk aniye, bi deh hezaran kes girtiye, êşkence li ser girtiyan pêk aniye, hema bêje hemû beşên muxalîf hatine çewisandin û bi wî rengî xwestine wan teslîm bigirin. Yek ji cihên ku ev pêkanînên dermirovî û polîtîkayên teslîmgirtinê lê tên pêkanîn, Zindana Amedê ye. Di vê cihê taybet de hatiye xwestin ku di şexsê kadroyên PKK’ê de mirovahî teslîm bê girtin û gelekê ku bi tevgera PKK’ê re hebûn bi dest xistî, were tunekirin. Ne tenê Kurd, hemû beşên muxalîf ên demokrat û şoreşger hatine hedefgirtin. Hatiye xwestin ku li Girtîgeha Leşkerî ya Hejmar 5 a Amedê şoreşgerên ku pêşengiyê ji civakê re dikin bên teslîmgirtin. Mîna di roja me ya îro de, li derve jî hemû saziyên ku li ser navê heq, hiqûq, mirovahî û demokrasiyê xizmetê ji civakê re dikin hatine girtin, pêşî li rêxistinbûnên civakî hatiye girtin, civak xistine bin cendereya zext û zilmê. Bi kurt û cewherî faşîzmê ji karker heta gundiyan, ji Kurdan heta Elewiyan, ji çep heta her kesê hedef girtiye û xwestiye ku hemû beşên muxalîf bêdeng bikin û bixin nav rewşek welê de ku êdî nekarin serê xwe rakin û biaxivin. Faşîzma 12’ê Îlonê girtîgeha Amedê, veguherand êşkencexaneya mankurtbûnê. Berxwedana destanî ya hevrêyên me Kemal Pîr, M. Hayrû Dûrmûş, Akîf Yilmaz û Alî Çîçek, berxwedaneke li dijî mankurtbûnê ye.
FAŞÎST ERDOGAN Û BAHÇELÎ JÎ WÊ MÎNA KENAN EVREN BÊN LANETKIRIN
Ji wê demê û vir ve, ji aliyê desthilatdariyên faşîst ên qirker, mêtinger ve zêde tişt neguheriye. Ji bo înkarkirina gelê Kurd û qirkirina Kurdan bi encam bikin, êrîşî muxalefên ku ji bo xwe rîsk dibîne dike û dixwaze ji holê rake, hemû navendên berxwedanê tine bike. Di vê polîtikaya xwe ya bingehîn de israr dike. Tişta ku guherî tenê qirkirin e, rêbazên qetlîamê zêde bûne û heta roja îro hatine. Faşîzim îro jî mîna berê, bi polîtîkayên qirkirina çandî û fîzîkî re hewl dide yên ku dikare teslîm bigire digire, yê ku nikare îradeya wî/ê teslîm bigire jî tê girtin, êşkencekirin û tirsandin. Lê belê çawa ku faşîzma qirker, mêtinger bi îradeya çalakgerên rojiya mirinê yên li zindanên Amedê hate têkbirin û xeteke berxwedanê bi dest xist, pêngava me ya 'Ji Rêber Apo re azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareserî' wê bi teqezî faşîzma AKP-MHP'ê têk bibe û Tirkiyeya demokratîk a azad biafirîne. Her ku faşîzm were têkbirin wê hêzên demokrasiyê û yekîtiya gelan xurt bibin û faşîst Erdogan û Bahçelî jî mîna Kenan Evren ku aktorê sereke yê darbeya faşîst a 12 'ê Îlonê bû, wê nikaribin ji lenetkirina dîroka modernîteya demokratîk a gelan birevin.
GIRÎNGIYA TÊKOŞÎNA 14’Ê TÎRMEHÊ ZÊDE YE
Ruhê têkoşînê yê 14’ê Tîrmehê ew pêvajo ye ku divê gelek wate lê werin barkirin. Têkoşîna 14’ê Tîrmehê feraseta têgihiştina parastina tevgera xwe û gelê xwe ya girêdayî her şert û mercî ya di asta herî bilind de temsîl dike. Di avabûna bîra kollektîf ya gelê Kurd de ku weke neteweyeke demokratîk pêş dikeve, girîngiya Têkoşîna 14’ê Tîrmehê gelekî zêde ye. Felsefe, îdeolojî û ruhê ku di cewhera wê de veşartî jiyanîbûna wê ye. Ev yek ne tenê ji bo gelê Kurd her wiha ji bo rastiya Rojhilata Navîn jî derbasdar e. Têkoşîna 14’ê Tîrmehê berxwedana li dijî derketina pergala serdest a li hêrêmê ye.
WERIN EM BI RUHÊ 14’Ê TÎRMEHÊ HEYA TÊKBIRINA FAŞÎZMÊ TÊKOŞÎNÊ MEZINTIR BIKIN
Ruhê têkoşînê yê 14’ê Tîrmehê xeta serkeftinê ya gelê Kurd û gelan e. Ruhê hevrê Kemal Pîr ku digot; ‘Ez di xeta vê tevgerê de serkeftinê dibînim’ ruhê hevpar ê gelan e ku di roja îro de bi pêşengtiya dostên me, 1’ê Cotmeha 2023’yan li seranserê cîhanê pêngava ‘Ji Rêber Apo re Azadî, ji Pirsgirêka Kurd re Çareserî’ hate destpêkirin.
Îro hevrêyên me bi ruhê 14’ê Tîrmehê zindanên li Kurdistan û Tirkiyeyê ji bo têkbirina planên faşîzma AKP û MHP’ê têkoşîneke bêhempa didin meşandin. Hevrêyên me yên li zindanan li gel pêvajoya çalakiyan tevî hemû zextan bi ruhê 14’ê Tîrmehê li ber xwe didin û pêşengtiya pêvajoyê dikin. Heya azadiya fîzîkî ya Rêber Apo were mîsogerkirin û girêdayî bingeheke demokratîk Pirsgirêka Kurd were çareserkirin wê ev têkoşîn tim berdewam bike.
Bi vê wesîleyê em bang li hemû gelê xwe, dostên xwe û raya giştî ya demokratîk dikin ku bi ruhê têkoşînê yê 14’ê Tîrmehê li dora pêngava ‘Ji Rêber Apo re Azadî, ji Pirsgirêka Kurd re Çareserî’ bibin yek û heya faşîzma qirker û talanker were têkbirin têkoşîna xwe mezin bikin û li hemû qadan serhildanan bidin destpêkirin.”