Komîteya Çand û Hunerê ya KCK’ê: Emê hunera wan di nêvî de nehêlin

Komîteya Çand û Hunerê ya KCK’ê: Emê hunera wan di nêvî de nehêlin

Komîteya Çand û Hunerê ya KCK’ê, ji bo xebatkarê çandê yê Rojava Osman Elî Asu, Yusuf Çig(Welat Dêrik) û xebatkarê Navenda Çanda Mem û Zîn a Cizîrê Mehmet Karana û şervanê YPG’ê Omer Karana ku di êrîşa întîxarî ya li Rojava çeteyên El Nusra pêk anî jiyana xwe ji dest dan, daxuyaniyek dan. Komîteyê got: “Em wek Komîteya Çand û Hunerê ya KCK’ê dê hunera wan di nîvî de nehêlin û xeyalên wan jî. Em wan dê bi xwe re bidin jiyîn. Emê deynê xwe yê rumet û rêzdariyê bidin.

Komîteyê da zanîn ku gelê kurd li Rojava bi berxwedaneke mezin têkoşînê dimeşîne û got: “Gelê me yê kurd yê Rojava li dijî dewletên mêtînger di nava hewldan û têkoşîneke mezin de ne. Hemû derfetên xwe xistine dewrê û dixwazin şoreşa Rojava têk bibin.

Dewleta tirk ji serî de ye li dijî qezencên gelê kurd yê Rojava di nava êrîşan de ye. Ji ber vê jî hem li Kurdistan,  hem  li tirkiyeyê  çek dan mirovan û ji bo ku li dijî gelê kurd şer bikin şandin Rojava.

Komeleyên Fetullah gulen û saziyên girêdayê wê yên wekê ÎHH û Mustazaf Derê, jî hatin bikaranîn û  baweriyên olî yên gel hatine îstîsmarkirin. Gulen li Rojava li dijî gelê kurd seferberî Îlankiriye.

Komîteyê di berdewamiya daxuyaniya xwe de da zanîn ku li dijî berxewdana gelê kurd têk çûne û ev kesên ji nirxên mirovahiyê dur bi rêbazên şer yên bê rumet êrîş dikin ûgot: “Di encama van êrîşan de mirovên sivîl jiyana xwe ji dest didin.  Herî dawî di 19’ê cotmehê de li Tirbêsipiyê di êrîşa bombeyî de du şervanên YPG’ê, xebatkarê çanda Rojava Osman Elî Asu bi  Welat Dêrik re û her wiha xebatkarên Navenda Çanda Mem û Zîn a Cizîrê Mehmet Karana û birayê wî yê şervanê YPG’ê Omer Karana şehîd ketine.

Welat Dêrik li gel xebata xwa çandî di li djî çeteyan têkoşînek mezin daye.  hevalê Mehmet Karana jî di navenda Çanda Mem û Zînê de bi xebata xwe rolek mezin lîstiye. Hevalê Osman jî heman awayî xebatkarekî aktîf bû.

Em ji hemû xebatkarên Çand û Hunerê û gelê kurd re sersaxiyê dixwazin. Em dê hunera wan di nêvî de nehêlin. Em dê bi wan re xwe ji nûve biafirînin. Em dê xeyalên wan rast bikin. Em deyndarên wanin.”