Komîsyoneke din a şopandinê li Sêrtê ava bû
Komîsyoneke din a şopandinê li Sêrtê ava bû
Komîsyoneke din a şopandinê li Sêrtê ava bû
Li Sêrtê, 17 rêxistinên civakî yên sivîl, ji bo vekişîna gerîlayên HPG'ê bişopîne "Komîsyona Şopandina Pêvajoya Aştiyê" ava kirin.
Bi armanca ewlekirina pêvajoya vekişîna gerîlayan, li Sêrtê Meclîsa Aştiyê ya Bajêr, 11 sendîkayên ser bi Platforma Şaxên KESK'ê, Baroya Sêrtê, ÎHD, Odeya Bijîjkan a Sêrtê, Dayikên Aştiyê Û TUHAD-DER'ê bi daxuyaniyeke hevpar "Komîsyona Şopandina Pêvajoya Aştiyê" ava kirin.
Daxuyanî li avahiya ÎHD'ê ya Sêrtê hat dayîn. Berdevkê Demî yê Platforma Şaxên KESK'ê yê Sêrtê Suleyman Beştaş destpêkê axivî û diyar kir, ku ji bo şaşiyên sala 1999'an de gava gerîla vedikişiyan careke din rû nedin, wan ev komîsyon ava kirine.
Beştaş da xuyakirin, ku ew bi vê Komîsyonê re dixwazin pêşî li operasyon, sabotaj û provokasyonên gengaz bigirin.
CERDEVAN Û TÎMÊN TAYBET WÊ JI NÊZ VE BÊN ŞOPANDIN
Li du Beştaş, Serokê Şaxê ÎHD'ê yê Sêrtê Vetha Aydin mafê axaftinê wergirt û destnîşan kir, ku ewê liv û tevgera cerdevan, tîmên taybet û komandoyan a li gelemperiya Bakurê Kurdistanê ji nêz ve bişopînin.
Berdevkê Meclîsa Aştiyê ya Sêrtê Op. Dr. Ekrem Bîlek jî da xuyakirin, ku ewê bi rengekî bêalî, ji bo pêvajo baş bi pêş bikeve û bi ti rengî zerarê nebîne, bikevin nava hewldanan.
Hat ragihandin, ku komîsyona mijara gotinê wê timî bi rêxistinên civakî yên sivîl û rêveberiyên herêmî re di nava têkiliyê de be.
Her weha hat destnîşankirin, ku ji bo paqijkirina mayinên li Bakurê Kurdistanê jî, komîsyonê bikeve nava hewldanan.