Komîsyona Jinan a PE'yê û jinên HDP'î hevdîtin kirin

Dîplomasiya Jinan a HDP'ê û Seroka Komîsyona Wekheviya Jinê ya Parlamenta Ewropayê (PE) Regner re hevdîtine kir.

Berdevka Meclîsa Jinan a HDP'ê Ayşe Acar Başaran, Hevberdevka Komîsyona Têkiliyên Derve Feleknas Ûca, endama Koordînasyona Jinê Feray Mertoglû û Nûnera HDP'ê ya li Elmanyayê Leyla Îmret bi rêya înternetê hevdîtin bi Seroka Komîsyona Wekheviya Jinê ya Parlamenta Ewropayê (PE) Evelyn Regner re hevdîtinek çêkirin.

Başaran bal kişand ser êrişên li dijî jinên Kurd û bi taybetî jî destavêtin û destdirêjiya bi destê hêzên dewletê li bajarên Kurdan tên kirin û destnîşan kir ku ev yek "rêbaza şerê taybet" e. Başaran bi bîr xist ku çawişê pispor Mûsa Orhan ê ku bû sedema mirina Îpek Er li Êlihê hate berdan.

Başaran diayr kir ku divê ew tevî jinên li cîhanê têkoşîna hevpar mezin bikin.

Regner jî piştgiriya xwe ya ji bo HDP'ê nîşan da.