Komên çete yên xwe wekî Artêşa Azad binav dikin, piştî ku di pevçûna du roj beriya niha de li dijî hêzên YPG’ê têk çûn û xwe paşve kişandin sînorê Tirkiyeyê, vê carê bi tankên ku ji aliyê Tirkiyeyê derbas kirin, êrîşî bajêr kirin.
Hate ragihandin di saetên êvarê de komên çete bi tankan êrîşî bajarê Serêkaniyê kirin. Li gorî agahiyan komên çete bi 50 wesayîtên leşkerî û 7 tankan êrîş kirin. Hate hînbûn ku van koman wesayîtên leşkerî û tang ji aliyê Cerablûs û Bab ên Helebê di şerê li artêşa Suriyeyê re desteser kirine û ji aliyê Tirkiyeyê ve derbasî Serêkaniyê kirine. Piştî ev kom derbasî bajêr bûn hêzên YPG’ê jî bersiv dan. Pevçûna li bajêr didome.
Êrîşa van koman, wekî hewldana dewleta Tirkiyeyê ya dagirkirina Rojavayê Kurdistanê hat şîrovekirin.
Koma çete ya bi navê Guraba el Şam ve El Nusra li Serêkaniyê êrîşê gel kiribû û di encamê de Serokê Meclîsa Gel a Serêkaniyê Abid Xelî jiyana xwe ji dest da. Piştî wê pevçûnên dijwar li Serêkaniyê dest pê kirin.
Yekîneyên Parastina Gel (YPG) mudaxeleyê komên çete kirin. YPG’ê 18 cenazeyên di destên wan de bûn radestê komên çekdar kirin. Her wiha 7 çekdar ji aliyê YPGê ve dîl hatin girtin. Mala Çavdêriya Mafê Mirovan a ya Sûriyeyê ku navenda wê li Londonê yê ye, di encama pevçûnan de 24 çekdar hatin kuştin. Di pevçûnan de 2 endamên YPGê, endamek ê Mala Gel û endamek ê Asayişê jî jiyana xwe ji dest da.