Komên çekdar mala 3 welatiyên Kurd şewitandin

Komên çekdar mala 3 welatiyên Kurd şewitandin

Komên çekdar mala 3 welatiyên Kurd ên li gundê Esfûriyê yê 2 km dûrî Til Temirê li ser riya Hesekê ne, şewtandin.

Tabûrên çekdar ên bi navê  Omer Bin El-Xetab, El-Moite û Ehrar Gwêran ku ev demek gefa li welatiyên sivîl dixwin, malan didizin  û welatiyan dişelînin. Vê carê jî mala welatiyên kurd Hemîd Weysî, Mehmûd Mihemed Sofî û Nezîr Hec Sofî ên ji gundê Esfûriyê yê li ser riya Hesekê û 2 kîlometrî dûrî Til Temirê ye şewtinadin. Di şewatê de hemû tiştên malan şewtîn.

Welatiyên kurd ku malên wan hatine şewitandin diyar kirin ku, beriya 2 rojan komên çekdar gef li wan kirine û ji wan xwestine ku malên xwe terk bikin. Şêniyên Til Temir xwedî li van malan derketin û ew li cem xwe bi cih kirin.