Komên çekdar 70 wesayitên ku mazot û benzîn barkiribûn, ji Homsê ber bi Rojavayê Kurdistanê ve dihatin desteser kirin. Ev wesayit piştî ku îtîfaq di navbera Artêşa Azad û Artêşa Sûryê de hatibû muhrkirin bi rê ketibûn.
Ajovanê wesayita desteserkirî ji ANF'ê re ragihand ku, ew li ser itîfaqa ku di navbera Artêşa azad û Artêşa Sûryeyê de bi rê ketin, lê tevî ku îtîfaq hebû ku wesayit biçin mazotê ji bo firinên nan bînin jî, lê komên çekdar li devera Ênîsa ku dikeve navbera Reqa û Rojavayê Kurdistanê desteser kirin. Li gorî ku agahiyên ajovan diyar kir, 10 wesayitên barkirî birin Tilebyed valakirin û 60’ên din berê wan dan Hema û li wir hatin valakirin.