ji bo piştgirîdayîna Kemal Gun ê ku ji bo wergirtina cenazeyê kurê xwe Murat Gun ê ku di êrîşa artêşa Tirk ya li Dêrsimê a li dijî gerîllayan jiyana xwe ji dest dabû û ji bo Nûriye Gulmen û mamosta Semîh Ozakça yên ku bi Biryarnameyên di Hikmê Qanûnan (BHQ) ji kar hatibûn dûrxistin, Komeleya Çanda Elewiyan a Morbîhanê çalakiya greva birçîbûnê ya ji bo rojekê li dar xist.
Di daxuyaniya ji bo çalakiyê de bal hat kişandin ser greva birçîbûnê ya Kemal Gun ê ku ji bo wergirtina cenazeyê kurê xwe ev 80 roj in di greva birçîbûnê de ye û ya Nûriye Gulmen û mamoste Semîh Ozakça yên ku bi daxwaza vegera karê xwe dest bi greva birçîbûnê kirine û çalakiya wan jî di roja 67’an de ye, banga bihistyariyê hat kirin.