KOMAW: Em xurt tevlî çalakiya hevgiriya ji bo dayikên Şemiyê bibin

Saziya Malbatên Şehîd û Nebediyan bang kir ku bi awayekî xurt tevlî çalakiya piştevaniya li Dayikên Şemiyê bibin ku 24’ê Îlonê wê pêk were.

Saziya Malbatên Şehîd û Nebediyan (KOMAW) bi daxuyaniyeke nivîskî dyiyar kir, polîtîkayên înfaz û di binçavkirinê de nebedîkirinê berhema pêvajoya darbeyê ya 12’ê Îlonê ye û di salên 90’î de ev polîtika li Tirkiye û Kurdistanê bajar kirine nax taritiyê û wiha domand, ‘’ Mirov an li naverasta kuçeyê bi destê kontrayan ve hatine înfazkirin an j îli ber çavê malbata wan hatine binçavkirin û di binçavkirinê de hatine nebedîkirin. Di van pêkanînên dij mirovî ên dewleta Tirk de hebûna mirovên ku hatine binçavkirin jî hatiye înkarkirin.

Malbatên mirovên ku hebûna wan hatiye înkarkirin û parêzerên mafê mirovan têkoşîna berxwedanê ya ku 27’ê Gulana 2015’an bi gotina ‘’em kesên xwe yên ku hatine nebedîkirin dixwazin’’ dane destpêkirin, bûye têkoşîne domdirêj û sembol… Qêrînên dayikan ku ji Plaza Del Mayoyê gihaştî Galatasarayê ji hemû mirovahiyê re dibêje, ‘’di bin çav de a ku tê nebedîkirin rûmeta mirovahiyê ye’’ Ev qêrîn, ji ber hefteya 600’î ya çalakiya lêgerokên Heq û Edelatê ya Dayikên Şemiyê ye ku ji bo ku rûmeta mirovahiyê di her şert û mercî de bi rikdarî kli ber xwe didin, em weke malbatên şehîdan û nebedîbûyiyan û bê tir li zarokên xwe digerin, li cem dayikên Şemiyê yên  li Meydana Galatasarayê ne û em têkoşîna wan bi qêrîna çarikên xwe yên spî destek dikin.

Li meydanên ku bi şîara ‘’Kiryar diyar in, ên nebedîbûyî li kû ne?’’ 24’ê Îlonê roja Şemiyê, ji bo piştevaniya dayikên Şemiyê, li hemû meydanan em li gel dayikên şemiyê bin, li gel qerefîlên di destên me de û bi wan re bibin yek dil. Li ser vê zemînê em bang li hemû gelê xwe yên welatparêz û dostê xwe dikin, li hemû cihên ku çalakiyê rûniştinê wê bibin, bi şîara ‘’Dayika min Şemî ye’’ bi dayikên Şemiyê re bibin yek.’’

 

Çalakî wê li van deran bibin:

 

 

ELMANYA

 

Koln: Breslauerplatz Saet: 11:00

 

Hamburg: Li ber Mercado  Ottenser Hauptstraße

Altona Hamburg  Saet:11.00

 

Berlîn: Celalettin Kesin Platz

Ecke Reichenberger str.

Kottbuser Tor  Saet: 12:00

 

Stuttgart: 24 Îlon (Meydana Kobanê) Schlosplatz,

Stuttgartt: Saet 16.00 -18.00

 

Swêd Stokholm:  Sergelstorg,  Stockholm/Swêd saet  12:00

 

Fransa:

Parîs:  Fontaine des Innocents Les Hales Place Joachim de Ballay

 

Bordeaux:  24 Îlon Saet 12.00

Meydana Victoria - Bordeaux

 

Saint Brieuc: 24 Îlon saet  12.00

Pêş walîtiyê /Saint Brieuc

 

Strasbourg: Place Kleber saet 12.00

 

Ingilîstan Londra 24 Îlon Şemî

Saet: 12-13

Cih: Meydana Trafalgar

Swîsre: Bern: Hauptbahnhof 

Saet: 11:00

 

Awûstûrya, Viyana: Adrêsa Linz  Schillerplatz. Linz.4020

Saet: 11:00