KOMAW'ê ji bo kongreya xwe ya 14'ê Gulanê banga tevlîbûnê kir
KOMAW'ê ji bo kongreya xwe ya 14'ê Gulanê, ku wê li bajarê Dortmûnd ê Elmanyayê bê lidarxistin, banga tevlîbûnê kir.
KOMAW'ê ji bo kongreya xwe ya 14'ê Gulanê, ku wê li bajarê Dortmûnd ê Elmanyayê bê lidarxistin, banga tevlîbûnê kir.
Saziya Malbatên Şehîd û Windayan (KOMAW), amadekariyan dike ji bo kongreya xwe ya 4. lidar bixe.
Di civîna komîteya amadekar a kongreyê de, amadekariyên dawî yên kongreya 14'ê Gulanê bê lidarxistin, hatin nirxandin.
Di civînê de bang li hemû malbatên winda û şehîdan ên li Ewropayê hate kirin, ku tevlî kongreyê bibin. Her wiha ji saziyên demokratîk, gelê welatparêz û dostên gelê Kurd jî hat xwestin, ku li kongreyê amade bin.
Di civînê de hat, di şexsê Nûjiyan Erhan, Nazê Nayîf, Ferhat Çûva, şehîdên Qereçox û Şengalê de hemû şehîdên şoreşê hatin bîranîn û hat destnîşankirin, ku li ser şopa şehîdan, bi dilsoziya bi şehîdan re ew ê bi ser bikevin.