Komara Çekê: Yekane hêza DAIŞ'ê têk dibe Kurd in
Komara Çekê: Yekane hêza DAIŞ'ê têk dibe Kurd in
Komara Çekê: Yekane hêza DAIŞ'ê têk dibe Kurd in
Wezîrê Karên Hundir ê Komar Çekê Mîlan Chovanec da xuyakirin ku ew amade ne li dijî êrîşên çeteyên DAIŞ'ê perwerdeya leşkerî bidin hêzên leşkerî yên Kurdan û got, "Yekane hêza li herêmê dikare terorîstên DAIŞ'ê têk bibe, leşkerên Kurd e." Qanadayê jî diyar kir ku ji bo destekkirina şerê li hemberî DAIŞ'ê, 69 leşkerên xwe yên ji hêzên taybet li Başûrê Kurdistanê bicih kiriye.
Li dû êrîşa DAIŞ'ê ya 3'ê Tebaxê li hemberî Şengal û derdora wê, desteka welatên Rojavayî ya dide hêzên Başûrê Kurdistanê dewam dike. Komara Çekê ku di meha Tebaxê de ji bo têkoşîna li hemberî çeteyên DAIŞ'ê 500 ton cebilxane şand ji rêveberiya Başûrê Kurdistanê re, ragihand ku ew amade ne perwerdeya leşkerî bidin hêzên Pêşmergeyan.
Wezîrê Karên Hundir ê Komara Çekê Mîlan Chovanec piştî hevdîtina bi Nûnerê Rêveberiya Kurdistana Federe Kerîm Sîncarî re daxuyaniyek da û anî ziman ku ew amade ne ji her alî ve destekê bidin hêzên Kurdan. Wezîr Chovanec ragihand ku alîkariya wan a ji alavên leşkerî wê dewam bike û got, "Di nava hêzên li herêmê de, yekane hêza karibe terorîstên DAIŞ'ê têk bibe, leşkerên Kurd e."
QANADA'YÊ YEKÎNEYEKE TAYBET ŞAND
Serokwezîrê Qanadayê Stphen Harper jî diyar kir ku bi armanca têkbirina dijminê mirovahiyê Dewleta Îslamî ya Iraq û Şamê (DAIŞ) ji bo destekê bide hêzên Iraqê, 69 leşkerên endamên hêzên taybet li "bakurê Iraqê" bicih kirine.
Harper di daxuyaniya xwe ya 5'ê Îlonê de dabû xuyakirin ku wê bi dehan leşker "ji bo pêşniyaran bikin û alîkariyê bidin" bişînin Iraqê. Li ser daxwaza zelakirina rewşê ya mûxalefetê Serokwezîr Harper diyar kir ku hejmara hêzên taybet ên hatine şandin di rewşa heyî de 69 e.
Hat ragihandin ku dema mehekê ya wezîfeya leşkeran dikare bê dirêjkirin. Harper da zanîn ku leşkerên Qanadayî wê li cem leşkerên Amerîkî "Beriya destpêkirina operasyonên taktîkî yên li hemberî DAIŞ'ê, wê pêşniyarên taktîk û stratejîk li hêzên Iraqê bikin."
Qanadayê, ji bilî hêzên taybet ekîpman jî şandibû ji hêzên Başûrê Kurdistanê û hêzên Iraqê.