Koma Sosyalîst a PE: Divê em Kobanê tam destek bikin

Koma Sosyalîst a PE: Divê em Kobanê tam destek bikin

PE, xwe amade dike berxwedana Kobanê di çarçoveya, “Rewşa li Kobanê” û kesên ji Ewropa beşdarî DAIŞ dibin di çarçoveya “li dijî terorîzmê têkoşîn” nîqaş bike.

Parlamentoya Ewropa (PE), xwe amade dike berxwedana Kobanê di çarçoveya, “Rewşa li Kobanê” û kesên ji Ewropa beşdarî DAIŞ dibin di çarçoveya “li dijî terorîzmê têkoşîn” nîqaş bike. Beriya nîqaşê serokên komên siyasî yên di PE de ku bersiv dan pirsên ANF’ê gotin ku pêwîst e mirov xwedî li berxwedana Kobanê derkevin.

Serokê Koma Sosyal Demokrat Gîannî Pîtella got, “Piştevaniya me ya bi berxwedana Kobanê re tam û bê sînor e” û diyar kir ku pêwîst e gelê Kurd bi her rê û rêbazî bê parastin.

Manfred Weber Serokê Demokratên Xiristiyanan ku di PE de koma herî mezin e anî ziman ku wext hatiye ku pirsgirêkên acil ên li Sûriyeyê û herêmê di vê çarçoveyê de bên nirxandin.

Hevseroka Koma Keskan  Rebeca Harms jî got, “Em ê piştgiriyê bidin her cure alîkariya ji bo Kobanê.” Hevserokê Koma Keskan Philippe Lamberts diyar kir, divê li ser alîkariyên ji bo Kobanê lê hûr bibin.

Li ser navê Koma ECR a muhafezakar parlamenterê Hollandî Peter Van Dalen de destnîşan kir ku divê hê zêdetir alîkariyan ji şervanên Kurd re bişînin.

Serokê Koma Demokratên Lîberal Guy Verhofsdadt jî got, “Em xwedî vê nêrînê ne ku pêwîst e her cure alîkarî ji Kobanê re bê şandin.”

KOMA DOSTANIYÊ YA PE KURD DICIVE

Di vê navberê de danê êvarî wê Koma Dostaniyê ya PE û Kurd civînekê li dar bixe. Alîkarê Hevserokê ji Karên Derve berpirsiyar ê HDP’ê Nazmî Gur û Nûnerê Ewropa yê HDP’ê Faruk Doru jî beşdarî civînê bibin.