Koma ji Berlînê hat nobeta li Strasbourgê dewr girt
Koma ji Berlînê hat nobeta li Strasbourgê dewr girt
Koma ji Berlînê hat nobeta li Strasbourgê dewr girt
Nobeta Azadiyê ya ku ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Kurd Abdullah Ocalan li bajarê Strasbourg a Franseyê di hefteya 46’emîn de berdewam dike. Vê carê nobet ji aliyê koma ku ji paytexta Almanya Berlînê hat ve dewr hate girtin.
Koma di hefteya 45’emîn de nobetê domand a ku ji Hannoverê hatibû, nobetê dewrê koma ji Berlînê hatibû hate kirin. Li ser navê çalakgeran Yildiz Aktaş axaftinek kir û diyar kir ku rizgariya demokratîk û projeya jiyana azad di rojevê de ye ye û bal kişand ku di demeke wiha de girîngiya nobetê zêdetir dibe.
Ji çalakgeran Muharrem jî diyar kir ku xwedîderketina gelê Kurd li Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tê wateya xwedîderketina li azadiya xwe û diyar kir ku ji bo azadiya hemû gel û baweriyan ev pêvajo firsendeke mezin e. Muharrem bang li hemû Kurdan kir ku piştgirî bidin çalakiyê.