Koma Çepgir a Azadîxwaz: Divê CHP tevbigere

Koma Çepgir a Azadîxwaz ku CHP'yî jî di nav de ne bang li CHP'ê kir ku li dijî darbeya qeyûm tevbigere.

Koma Çepgir a Azadîxwaz ku berê ji kesên di nav CHP'ê de cih girtine û hê jî Endamên Desteya Rêveber, Meclîsa Partiyê û Desteya Disîplîna Bilind, şaredar, parlamenter, siyasetmedar û akademîsyenan pêk tên, bang li CHP'ê kirin ku li dijî darbeya qeyûm tevbigerin.

'DIVÊ EM PIŞTEVANIYÊ XURT BIKIN, DESTÛRÊ NEDIN'

Di daxuyaniyê de ya ku li ser navê Koma Çepgir a Azadîxwaz hate dayin, hate gotin, ''Em li dijî nehiqûqiyê û bêdadiyê derdikevin. Ji bo me ti hikmê qeyûm nîne. Em tundî û tehdeya ku hêzên emnyetê li dijî gelê sivil dikin, li dijî gelê ku li dijî vê bê neheqiyê bi rêyên aştiyê helwesta xwe nîşan didin, bi tundî şermezar dikin. Di serî de Partiya Gel a Komarparêz (CHP), hemû partiyên muxalîf û rêxistinên demokratîk, nûnerên civaka sivîl û bi demokrasiyê bawer, bi rengekî zelal û bi dengekî bilind divê berevaniyê li heq, hiqûq û dadê bikin, piştevaniya li Şaredarên Amed, Mêrdîn û Wanê xurt bikin. Em ê destûrê nedin ku aştiya civakî û hevgirtina me ku bi berdêlên mezin me hewl daye ku ava bikin were xirakirin û dahatuya me ji dest me were standin.''

MUHARREM ÎNCE: EM Ê BIÇIN MÊRDÎNÊ

Her wiha Muharrem Înce jî got ew ê biçe Mêrdînê. Înce ku li ser hesabê medyaya civakî daxuyanî dayî got, ''Li gel hevalê xwe, 26.08.2019'an saet 14.30'an em ê serdana Şaredarê Şaredariya Mezin a Mêrdînê Rêzdar Ahmet Turk bikin, ku vîna gel û encamên hilbijartinê tine hatiye hesibandin û bi biryareke siyasî ji peywirê hatiye dûrêxistin.''