'Kolbertî encama cihêkariya li ser Rojhilat e’

Parêzerê Kolberan Hiseyn Ehmedîniyaz, ji Alîkarê Wezîrê Karê Hundir ê ji Ewlehiyê Berpirsyar re nameyek nivîsî û got, “Kolbertî encama polîtîkayên cihêkariya 40 salan e ya ku li dijî Rojhilat tê kirin”

Kolberên li Rojhilatê Kurdistanê ku debara xwe bi vî karî dikin û hema bêje her roj yek ji aliyê rejîmê ve tê kuştin.

JI BO KUŞTINA WAN FETWA DAN!

Alîkarê Wezîrê Karê Hundir ê Berpirsyarê Ewlehiyê Hiseyn Zulfîqar, du roj berî niha daxuyaniyek da û got, “Divê em kolberan bikujin!”

Parêzerê kolberan Hiseyn Ehmedîniyaz, ji bo van derbirînan nameyek  nivîsî. Ehmedîniyaz anî ziman ku fetwaya li dijî kolberan a bi vî awayî li gorî destûra bingehîn sûc e.

'ENCAMA POLÎTÎKAYÊN WE YÊN LI DIJÎ ROJHILAT E ‘

Ehmedîniyaz di nameya xwe de qala kolbertiyê kir û wiha got, "Kolbertî peyveke hatî keşîfkirin nîn e. ne peyveke wisa ye ku ji derve hatibe hilberîn. Kolbertî, encama polîtîkayên we yên li dijî Rojhilat e. Ev 40 sal in li ser Rojhilat cihêkarî, xizantî, bêkarî tê ferzkirin û kolbertî di encama van de derketiye holê.  Kolbertî, encama vî tiştî ye ku dewletê li hemberî welatiyên xwe erkên xwe pêk neaniye. Heke ku dewlet nikaribe derfetên debarê ji welatiyên xwe re biafirîne ku welatî pariyek nan bibin mala xwe, mafê wê nîn e ku hewldana mirovan a debarê asteng bike û wan bikuje.

Welatî ji bo seyranê naçin kolbertiyê nakin. Dewlet neçar e ku derfetên debarê ji bo welatiyan biafirîne. Lê nake. Polîtîkayên dewletê yên heyî ji bobelatan wêdetir tu tiştî nade gel. Divê demildest hikumet dev ji van kiryarên xwe berde.”