KODAR gerîlayên di meha Cotmehê de jiyana xwe ji dest dane bibîr anî

KODAR gerîlayên di meha Cotmehê de jiyana xwe ji dest dane bibîr anî

Komîteya Malbatên Şehîdan a KODAR’ê 17 gerîlayên ji Rojhilatê Kurdistanê ku di sal û deverên cuda meha Cotmehê de jiyana xwe ji dest dane bibîr anî. KODAR got, “Şehîd lêgerînvanên esîl ên heqîqetê ne. Yên rêhevaltiya herî rast bi Rêber Apo re kirin û me jî kişandin felsefeya Apoyî ev rastiya şehîdan e. Eger ne ji vê qehremaniya şehîdên me ba, wê gelê Kurd îro nebûba xwedî dîrokeke ev qasî bi rûmet û serbilind.”

Komîteya Malbatên Şehîdan a Komalgeha Demokratîk û Azad a Rojhilatê Kurdistan (KODAR)’ê 17 gerîlayên ji Rojhilatê Kurdistanê yên di dem û cihên cuda yên meha Cotmehê de jiyana xwe ji dest dane daxuyaniyeke nivîskî weşand û bal kişand ser wateya şehîd a di nav têkoşîna azadiya Kurdistanê de KODAR di daxuyaniya xwe de got, “Ma li ku derê hatiye dîtin ku jiyaneke azad wer hêsanî hatiye bidestxistin. Eger azadbûn an jî azadî ew qasî bi hêsanî hatiba bidestxistin wê keç û xortên berxwedêr ên Kurd xwe ji lat û zinaran neavêtiba, xwe di nava dilê faşîzmê de neteqandiba, neçûba sêdarê û bi pêtên agir govend negerandibana. Ev mînakên lehengiyê yên bêwêne vê rastiyê didin selmandin ku kêliyek an jî xuleyeke tenê ya azadiyê jî bê berdêl nîne an jî nabe.”

‘WÊ LI HER BIHOSTEKE XWÎN LÊ RIJIYAYÎ JIYANA AZAD AVA BIBE’

Komîteya Şehîdan a KODAR’ê diyar kir ku  îro Arîn Mîrxanên qehreman, li Kobanî di berdêla fedakirina canê xwe de pêşerojeke azad diyarî gelê xwe ango wan dikin  û wiha dewam kir, “Eger îro têkoşîna me ya azadiya Rojhilatê Kurdistanê li Îran û Rojhilatê Kurdistanê deng vedaye û bûye pirek di navbera gelên azadîxwaz de ji saya van şehîdan e. Îro her bihosteke xaka Kurdistanê şahidiya qehremanî û wêrekiya bêhempa ya keç û xortên gelê Kurd dike. Li her şûneke şehîdên me xwîn lê rijandine em îro, weke rêhevalên wan têkoşîna avakirina jiyaneke nû didin û bi awayekî çalak di nava xebatên avakirin û pêşxistina jiyaneke exlaqî û azad de ne. Wê li ser her bihosteke xaka Kurdistanê ya xwîn rijiyayî jiyaneke azad şitil bide û ev ne bangeşe ye.”

‘ŞEHÎDÊN ME DI OXIRA JIYANEKE AZAD DE JIYANA XWE JI DEST DAN’

Komîteya Malbatên Şehîdan KODAR di daxuyaniya xwe de bal kişand ser van xisûsan: “Di felsefeya Apoyî de xwedîderketina li bîranîna şehîdan erka herî pîroz û exlaqî ye. Em ji Rêber Apo fêr bûn ku rast xwedî li bîranîna şehîdan derkevin û bi tolgirtineke watedar rabin. Şêwazê Rêber Apo yê tolgirtin û xwedîderketina li şehîdan ne klasîk e. Rêber Apo her timî dibêje; şehîdên me di oxira jiyaneke azad de giyanê xwe fedakirin, ji lewma di şopa şehîdan de meş di avakirina jiyaneke azad û neteweya demokratîk a Kurd re derbas dibe. Ji lewma em jî weke şagirtên dilsoz ên Rêber Apo û yên şehîdan sonda xwe ya avakirina jiyaneke nû ya azad û neteweya demokratîk a Kurd nû dikin.

Eger îro li Rojhilatê Kurdistanê çanda Kurd zindî maye, hest û zanistiyeke bihêz ya neteweyî heye, bi saya bi hezaran şehîdan e. Rojhilatê Kurdistanê kêm şahidiya lehengiyên bêwêne nekiriye û nake. Ev çanda berxwedanê ya seranserê dîroka Rojhilatê Kurdistanê îro her roj bi berxwedan û şahadetên nû yên gerîlayên me nû dibe û civaka Kurd li ser piyan digire. Bersiva gel û gerîlayên Rojhilatê Kurdistanê yê herî rast ji bo van rêhevalên me yên şehîd wê bi awayekî çalak tevlî berxwedanê bûn û bi awayekî lezgîn avakirina pergala konfederalîzma demokratîk a Rojhilatê Kurdistanê KODAR be. Şehîdên me ji bo pergaleke wiha saz bikin canê xwe fedakirin, divê em jî vêya rêya wan bişopînin û çavên wan li paşde nehêlin.”

‘COTMEH BI BÊRÎTAN RE BÛYE YEK’

Komîteya Şehîdan a KODAR’ê dan zanîn ku meha Cotmehê wateya xwe berxwedan e. Wexta meha Cotmeh tê gotin yekser berxwedan û neteslîmbûna jina têkoşer a Kurd Bêrîtan (Gulnaz Karataş) tê bîra her Kurdek azadîxwaz û wiha got, “Êdî Cotmeh bi Bêrîtan re bûye yek. Lê, her sal şehîd ango qehremanên nû li meha berxwedêr Cotmehê zêde dibe. Par di meha Cotmehê de rêhevalê me Bahoz (Hebîbûllah Gulperîpur) ji bo raman û felsefeya azad a Rêber Apo bi gelê Rojhilatê Kurdistan bide naskirin ji aliyê rejîma Îranê ya zilimkar ve hate girtin û par di meha Cotmehê de li sêdare hate dayîn. Îro li beşeke din a Kurdistanê keça ciwan Arîn Mîrxan ji bo parastina ax û gelê xwe bedena xwe bi narîncokan pêça û xwe di dilê dijminan de teqand. Her sal bi dehan qehreman li qehremaniya Bêrîtanan zêde dibe. Hevalê me Dara Kotol (Fesîh Yasemînî) di 16’ê Cotmeha 2009’an li sêdare hate dayîn. Bêrîtan Şîn li Geliyê Tiyarê ji aliyê dewleta faşîst a Tirk ve hate şehîd xistin.

‘ŞEHADET BENGA PÊŞXISTINA TÊKOŞÎNÊ YE’

Egîd Rojhilat (Rehîm Yusufî) li Çelê ya Colemêrgê, Amara Vejîn (Semira Vehîdî) li Bêdlîs, Dara Zemyan (Azad Gordoimilan) li Agirî, Deniz Derya (Leyla Helîmî) li geliyê Teyarê, Kani Urmiye (Mihemed Hatemî) li Çelê, Dilar Dilbirîn (Gulale Yusufî) li geliyê Teyarê, Rejav Jîlemo (Elî Hesen Perwîzî) li geliyê Teyarê, Viyan Tolhildan (Perwane Delayî) li Çelê, Zinar Xoy (Sultaneli Julîde) li geliyê Teyarê, Zîlan Zana (Efrûz Zerînkefş) li Qendîl, Şaho Hewraman (Omîd Remezanî) li geliyê Teyarê, Serdar Berxwedan (Numan Temoyî) li Çelê, Rubar Ehmed (Bekir Şems) li Şemzînan, Aso Mahabad (Nasir Ruhîzad) li Dêrsim û di van rojên dawî de Şaho Urmiye li Qersê ji aliyê dewleta faşîst a Tirk ve hatine şehîd xistin. Ev Rêhevalên me yên di sal û cihên cuda de lê, di meha Cotmehê de şehîd ketine bi ruhekî neteweyî heya dilopa xwîna xwe ya dawî bê teredût, bi wêrekiyeke mezin di sengerên herî pêş ên têkoşînê de cih girtine û şehîd ketine. Ev şehîdên me îro beşdarbûna berxwedanê û têkoşîna azadiya Kurdistanê li ser me tevan ferz dikin. Şehadeta wan banga bilindkirin û bihêzkirina têkoşîna azadiyê ye.”

BANGA JI CIWANAN RE

Komîteya Şehîdan a KODAR’ê herî dawî jî bang li ciwanên Rojhilatê Kurdistanê kir ku di rêya van şehîdên qehreman ên di oxira avakirina neteweya demokratîk de giyanê xwe fedakirinê de bimeşin û beşdarî berxwedana Kobanî, Şengal û YRK-HPJ’ê bibin kir.