Koçyîgît: Li Tirkiyeyê birçîbûn û xizanî gihiştiye asta herî bilind

Serokwekîla Koma DEM Partiyê Gulistan Kiliç Koçyîgît polîtîkayên aborî yên desthilatdariya AKP’ê rexne kir û wiha got: “Tirkiye di dîroka xwe de xizanî û birçîtiya herî mezin dijî.”

CIVÎNA ÇAPEMENIYÊ YA DEM PARTIYÊ

Serokwekîla Koma Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Gulistan Kiliç Koçyîgît li Meclisê geşedanên di rojevê de nirxand. Koçyîgît di serî de bal kişand ser pêşniyarqanûna ku dê bi xwe re qetilkirina heywanên li kolanan bîne û wiha got: “Em li dijî vê pêşniyarqanûnê ne. Em dizanin ku sedema pirsgirêka îro qala wê tê kirin jî îktîdara AKP’ê ye.” 

Bi domdarî Koçyîgît qala zema ji bo mûçeya teqawidan û ev tişt anî ziman: “Teqawid mehkûmî hejariyê kirin. Ji bo kesên bi kêmtirîn mûçeyê debara xwe dikin û teqawidan zem nehat kirin. AKP dibêje ‘çavkanî tune ne.’ Dema mijar dibe gel wisa dibêjin. Desthilatdara AKP-MHP’ê di 22 salan de tam 3 trîlyon dolar bac ji gel standine. Ev pereyeke pir zêde ye lê çi pê kirin? Gelo we ev pereye pêşkeşî kîjan alîgirên xwe kirin?”

‘BIRÇÎTIYA HERÎ MEZIN TÊ JIYÎN’

Koçyîgît, da zanîn ku Tirkiye di nava welatên enflasyon lê zêde de di rêza 5’an de cih digire û wiha derbirî: “Di enflasyona xurekê de di rêza ewil de ye. Di dîroka vî welatî de xizaniya herî mezin tê jiyîn. Êdî çîna navîn nema ye û her kes birçî û hejar e. Zarok birçî diçin dibistanan, teqawid nikarin bijîn. Xwendekar neçar dimînin ku dibistanê berdin û bixebitin. Lê li hêla din hinek kes di nava xweşî û dewlemendiyê de dijîn. Îcar digotin ‘Me 2024 weke sala teqawidan ragihand.’ Erê rast e dê bibe sala teqawidan lê dê bi têkoşîna xwe dawiya AKP’ê bînin. Teqawidekî herî kêm mûçe distand di sala 2002’yan de dikariya bi 216 lîreyan 7 çaryekên zêr bikire. Lê bi mûçeyê niha anku bi 12 hezar û 500 lîreyan tenê dikarin 3 çaryekan bikirin. Anku vê desthilat 4 çaryekên teqawidan dizîn. Me pêşniyar kir ku 32 hezar lîreyan bidin teqawidan lê AKP-MHP’ê pêşniyara me red kir.” 

Bi domdarî Koçyîgît bal kişand ser 3 dayikên li Êlihê hatin binçavkirin û girtin û wiha got: “Ev nêzikatî, nêzikatiya li hemberî kurdan û jinan e. Em careke din bang li wezîrê dadê dikin; di serî de dayikên li Êlihê, dev ji girtina dayikên me û êşkencekirina wan berdin. 

BANGA JI BO ZAROKAN

Koçyîgît, bertek nîşanî îstîsmarkirina zarokan da û axaftina xwe wiha qedand: “Di 9 salan de ev îstîsmar 3 qet zêdetir bûn. Di nava sala dawî de 31 hezar zarok rastî êrişa zayendî hatin. Ev daneye daneyên fermî ne lê daneyên rast sê qet ji vê zêdetir e. Polîtîkaya necezakirinê, dike ku ev bûyer zêdetir bibin. Banga me ji bo meclisê jî ye, werin em bi hev re rê li ber îstîsmarkirina zarokan û tundiya li dijî jinan bigirin.”